Li Xezayê namzetên jin guhertinek kalîteyî dixwazin

Fatên Harb a beşdarî hilbijartinên şaredariyê yên Dêr El-Belaha Xezayê dibe, destnîşan kir ku tevî girîngiya wan a di pêşvebirina vejîna civakê ya piştî şer de, beşdariya jinan bi sînor nîşan didin .

REFÎF ISLÎM

Xeza – Komîsyona Hilbijartinên Navendî ya Filistînê biryar da ku hilbijartinên herêmî di meha Nîsanê de tenê li Dêr El-Belaha li Xezaya navendî li dar bixe. Komîsyonê ragihand ji ber ku şert û mercên heyî yên li bajêr nahêlin ku hilbijartinên herêmî di hemû saziyên wê de, di heman demê de bi wan re li Şerîaya Rojava jî werin lidarxistin, ev biryar hatiye dayîn.

4 lîsteyên hilbijartinê ku ji 64 namzetên jin û mêr pêk tên, beşdarî hilbijartinên şaredariyê yên Dêr El-Belah dibin. Hilbijartin ji bo 25’ê Nîsana 2026’an hatine plankirin. Jin tenê ji sedî 32’yê namzetan temsîl dikin. Namzetên jin dikarin çi rol bilîzin, ew dikarin çi guhertinan bînin û gelo ev temsîl têrker e?

Hilbijartin di vê demê de nûkirina baweriyê ye

Namzet Fatên Harb ji lîsteya Nehda Dêr El-Belah tevlî hilbijartinan dibe. Fatên Harb, ji ajansa me re got ku hilbijartinên heyî ji bo welatiyan ku nûnerên xwe di saziyên herêmî de hilbijêrin mafekî demokratîk e. Fatên Harb ew mîna gavek erênî yê ber bi hilbijartin û beşdariya herêmî û civakî ya ji hêla kes û saziyan ve, bi nav kir. Fatên da zanîn ku gelê Xezayê bi gelek zehmetiyan re rûbirû ye û got ku ji ber vê yekê jî, lidarxistina hilbijartinan a di vê dema taybetî de nûkirina baweriyê ye.

Dengdana ji bo lîsteyan û namzetên wan erkek neteweyî ye

Fatên ragihand ku her wiha piştrastkirina pabendbûna wan a berdewam a bi mafên xwe û xwesteka wan a ji bo rêxistinkirina jiyana xwe ya siyasî û civakî ye. Fatên Harb bi taybetî ji ber bêhêviya ku xelkê Xezayê piştî şerekî du salan hîs kirine, qebûl kir ku çend dijwarî û zehmetî li pêşiya hilbijartinên heyî ne. Lê belê lidarxistina hilbijartinan hê jî pêdiviyek e û dengdana ji bo lîsteyan û namzetên wan erkek neteweyî ye. Xebat bi lez û bez berdewam dike da ku encamek têrker û adil bi dest bixe.

Beşdariya jinan bi sînor e

4 lîste hene her yek ji 15 namzetan pêk tê, hem mêr û hem jî jin ku hewl didin bi bernameyên xwe yên hilbijartinê xizmeta civakê bikin. Hejmara jinan di van lîsteyan de bi sînor e, tevî ku jinan di warên cûrbecûr de rola xwe ya çalak di civakê de îspat kirine û gelek projeyên pêşkeftin û binesaziyê birêve birine. Ji ber vê yekê, wê hêviya xwe ji bo temsîliyeta wekhev a jinan a di hilbijartinên şaredariyê yên pêş de anî ziman.

Jin dê guhertinek kalîteyî bi xwe re bîne

Fatên Harb rave dike ku jin di hemû aliyên civakê de şirîk in û bingeha wê ne, bi taybetî di encumenên şaredariyê de bi rêya xizmetên ku şaredarî ji malbat û civakê re peyda dike, bêtir hay ji pêdiviyên jinan hene. Fatên tekez dike ku rola wan dê guhertinek kalîteyî û beşdariyek girîng bi xwe re bîne, bi taybetî di karên rojane yên bi pêdiviyên bingehîn ên wek av, perwerde, çêkirina rêyan û avakirina qadên pêşkeftinê yên bi taybetî ji bo jinan, wek navendên çandî û parastina mîratê.

Jin nêzî hev in’

Fatên Harb tekez destnîşan kir ku hebûna jinan di encumenên şaredariyê de dihêle ku ew li ser jinan, çanda wan û mîrateya wan bisekinin û kampanyayên ku wan teşwîq dikin bixwînin û zanîna xwe ya giştî pêşve bibin. Ew di heman demê de dihêle ku ew beşdarî çalakiyên werzîşê bibin û wan organîze bikin ku dê alîkariya baştirkirina tenduristiya wan a laşî û derûnî bikin. Wê destnîşan kir ku jin nêzîkî hev in û têgihîştinek çêtir a hewcedariyan heye, bi taybetî di qonaxa krîtîk a ku Şerîda Xezayê tê re derbas dibe û hewildanên wê yên berdewam ji bo vejînê.

Gaveke nû ji bo jinan

Fatên Harb bawer dike ku tiştê ku diqewime gaveke nû ye ji bo jinan û gaveke destpêkê ye ber bi beşdarbûna wan a di pêvajoya demokratîk de. Fatên got, ji ber ku jinan di hemû waran de, bi taybetî jî di warê siyasî de, şopên xurt hiştine û wiha pê de çû: “Divê jin di hemû astan de werin xurtkirin û destekkirin da ku ew bikaribin di xebata xwe ya civakî de bibin pêşeng. Hebûna jinan di serokatiya siyasî de girîng e û bandorek erênî li ser civakê dike.”

Divê rolên jinan di warê siyasî de were xurtkirin

Ezmûnên welatên cûrbecûr wek ku Fatên Harb vegot, bi taybetî yên ku ji şer û krîzan rizgar bûne, îspat kirine ku beşdarbûna jinan di warê siyasî de bandorek erênî li ser civakê dike. Fatên anî ziman ku divê ev xebat berdewam bike û divê pêşengên jin ên ciwan werin destnîşankirin û rolên wan ên serokatiyê di hemû waran de werin xurtkirin.

Hêviya ku ev hilbijartin bibe vejandina pergala siyasî

Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî bawer dike ku ev ezmûn qonaxek girîng e ku dikare di pêşerojê de were avakirin ger ew serketî be, ji ber ku ew gavek e ber bi vejandina pergala siyasî ya herêmî ve. Lê belê ev armanc bi rastiyek siyasî û ewlehiyê ya tevlihev re rûbirû ye, ku pirsên li ser şiyana hilbijartinan a derbasbûna ji ceribandinek sînorkirî û bidestxistina bandorek berfirehtir derdixe holê.