Jin xeta nû ya têkoşînê nîqaş dikin

Jinên ku li Konferansa Jinan ya Herêma Marmara, Îzmîr û Wanê hatin cem hev, plansaziyên xwe yên serdema nû axivîn.

Navenda Nûçeyan- Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya 4’emîn Konferansa Mezin a Navendî li herêmên Marmara, Ege û Serhedê konferansên xwe li dar xist.

Konferansa Jinan ya Herêma Marmara li rêxistina HDP’ê ya Bagcilara Stenbolê pêk hat. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlementerên HDP’ê Pero Dundar, Zuleyha Gulum, Berdevak Herêma Marmarayê Semîha Şahîn, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Stenbolê Aynur Cengîz jî di nav de jinêk ku nûnerên partiyên pêkhateya HDP’ê ne û gelek jinên ji bajarên herêmê tevlî konferansê bûn.

Divê were zanîn li pêşiya faşîzmê jin asteng in

Di destpêka konferansê de Ayşe Acar Başaran diyar kir ku wê jin têkoşîn û rêxistinkirinê mezintir bikin û got “Di dawiya meha Hezîranê de em ê kongreya xwe ya mezin a HDP’ê pêk bînin. Li gel ku gelek êriş li ser partiya me hate kirin jî, em ji gotina xwe nehatin xwarê. Meclîsa me ya jinan bênavber têkoşîna xwe didomîne. Divê were zanîn li pêşiya faşîzmê jin asteng in.

Em ê heta 17’ê Gulanê hemû konferansên xwe yên herêmî biqedînin û di 21-22’ê Gulanê de jî em jin em ê konferansa xwe ya mezin li dar bixînin.”

Piştî axaftinan konferans ji çapemeniyê re girtî, berdewam kir.

Îzmîr

Konferansa li herêma Egeyê li avahiya Rêxistinê ya HDP’ê ya Îzmîrê bi dirûşmeya “Em di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in” destpê kir. Dayîka Denîz Poyraz a di 17'ê Hezîrana 2021'an de li avahiya partiyê ji aliyê faşîstekî dewletê ve hatibû qetilkirin Fehîme Poyraz û hevserokên jin û endamên meclîsên parêzgehên herêmê beşdarî Konferansa Jinan a Herêma Egeyê bûn. Konferansa ku pankarta "Em ê ji qatilan hesab bipirsin, faşîzm wê têk biçe, em ê bi ser bikevin" ku wêneyê Denîz Poyraz jî tê de heyî, piştî hilbijartina dîwanê dest pê kir.

“Berxwedan, hevgirtin û serhildana jinan her tim bilind bû”

Destpêkê Hevseroka Bajêr a Îzmîrê Berna Çelîk axivî, kesên beşdarî konferansê bûn silav kir û bal kişand ser êrişên li dijî têkoşîn û destketiyên jinan. Berna Çelîk wiha got: "Armanca konferansa me ew e ku pratîka du sal ya têkoşîna me, kêmasiyên xwe û nexşerêya dema pêş diyar kirine. Di vê demê de Denîz Poyraz hat qetilkirin. Qetilkirina Denîz me hemû xemgîn kir. Lê belê ev komkujî negihîşt armanca xwe. Berxwedan, hevgirtin û serhildana jinan her tim bilind bûye. Jinên Egeyê ewin ku herdem xwedî li kevir, ax û ava xwe derdikevine. Konferansa ku em ê îro li dar bixin, wê li ser esasê qezencên piralî yên li dijî êrîşan, têkoşîn be.”

Piştî axaftina Berna Çelîk konferans ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

Wan

Meclîsa Jinan a HDP'ê Konferansa xwe ya herêma Serhedê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê pêk anî. Konferansa ku gelek delege beşdar bûn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

“Şoreşa Rojava mînaka herî şînber e”

Piştî hilbijartina dîwanê Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîyet Taşdemîr axivî û endama Koma Aştiyê Aysel Dogan a 2 roj berê şehîd bû û Leyla Qasîm a 48 sal berê ji aliyê rejîma Seddam Huseyîn ve hat darvekirin, bi bîr anî. Dîlan Dîyet Taşdemîr diyar kir ku têkoşîna jinên Kurd weke şoreşeke cîhanê derbasî dîrokê bû û got, “Ez di şexsê Aysel, Sakîne û Leylayê de ku pêşengên têkoşîna me ne, hemû jinan bi rêzdarî silav dikim. Jinên Kurd 40 sal in xwe bi rêxistin dikin û têdikoşin. Şoreşa Rojava ya ku îro bi pêşengiya jinan derketiye holê mînaka herî mezin e.”

“Em ê li her qadê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin”

Dîlan Dîyet Taşdemîr da zanîn ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtîgehan heta hemû qadan belav bûye û got, "Em ê li dijî vê tecrîdê, polîtîkayên zextê û zîhniyeta qedexê têkoşîna hevpar bilind bikin û jinan vexwînin têkoşînê. Dîsa AKP’ê  bi desteka PDK’ê li xeta sînor şer dimeşîne. Ev polîtîkayên şer konseptek şer e ku ji bo têkbirina têkoşîna sed salî ya Kurdan e. Em ê li her qadê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin."

Konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.