'Destkeftiyên ku berhemên birdoziya Rêber Apo ne tên hedef girtin'

Endama PYD’ê Sara Xelîl têkildarî pêvajoya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê jiyîn wiha got: "Ev 25 sal in hêzên komploger hewil didin doza me têk bibin. Emê weke jin şoreşa jin û bîrdoziya Rêberê xwe biparêzin."

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Bi rasthatina salvegera komploya 9'ê Cotmeha 1998'an ku di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de hate girtin, her wisa salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, dewleta Tirk ji 4'ê Cotmehê de tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê hewayî û bejahî ve bombebaran kir. Dewleta Tirk bi taybet binesaziya herêmê kir ermanc ku di encamê de 2 nexweşxane, 10 stasyonên av, kehrebe û petrolê, depoyên genim, kargehên boyax û bêtonê hatin wêrankirin.

Endama Meclîsa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl hersê rojevên ku me li jor anîn ziman nirxand.  

'Em bi bîrdoziya Rêber Apo re li cewher û nasnameya xwe vegeriyan'

Sara Xelîl di despêka axaftina xwe de destnîşan kir ku jinan bi bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rastiya xwe naskirin û wiha got: "Dema ku Rêber Apo dest bi avakirina Tevgera Azadiya Kurdistanê kir, yekemîn jina ku ji bajarê komkujî jiyankir, têkoşer Sakîne Cansiz beşdar bû. Jinên ku ji nêz ve bîrdoziya Serok naskirin û xwe di nav de kûr kirin, gelek bandor bûn. Heta ez dikarim bêjim jinan di kesayeta Rêbertî de rastiya xwe naskirin.”

Sara Xelîl ezmûna ku ji jinên pêşeng yên Kurd girtin û niha di tevahî warên jiyanê xistin pratîk wiha bilêv kir: "Bi saya bîrdoziya azadiyê, me naskir ku jin ne tenê ji bo xizmeta mal û zarokan jiyan dike. Berovajî, dikare di qadên siyasî, parastin, diplomasî û hwd cih bigre û rola pêşeng jî bilîze. Ji ber ku me weke jin xwe di nava vê bîrdoziyê de dît, me bi dil û can hembêz kir û xist piratîkê jî. Ji ber vê jinên Kurd di hemû waran de pêşengî ji bo gelê xwe û cîhanê jî kirin. Di cîhanê de jinên ku di qada siyaset û parastinê de cih digirin hene, lê ev jin li gor karekterê ku hişmendiya mêrsalar saz kiriye tevger dikin. Lê jinên Kurd bi cewher û hebûna xwe ya rast, nasnameya jina şerker ava kir."

'Ji bo qirkirina gelê Kurd hemû cîhan bû yek'

Sara Xelîl destnîşan kir: "Me têkoşîna xwe spart bîrdoziya Rêber Apo, ev yek jî bi şoreş û berxwedana jinan ya li Rojavayê Kurdistanê şênber bû. Jinên ku di eniyên destpêkê de bi qehremanî şer kirin û bi serketin, di roja îro de li seranserî cîhanê mînakên jinên têkoşer û berxwedêr tên destgirtin." Sara Xelîl anî ziman ku di 19 salên Abdullah Ocalan li Sûriyê mayî de, bîrdoziya azadiyê belavtir bû û got: "Rêber Apo 19 salan xebatên xwe li Sûriyê daye meşandin. Ev yek jî bandoreke mezin li ser gelê Kurd û netewên ku di Sûriyê de dijîn kir. Gel bi rengekî girseyî berê xwe didan cihê ku Serok lê dima, her wiha beşdarî civîn û perwerdeyan dibûn. Hêzên hegemon naskirin ku dê xebatên Rêber Apo bibin sedema guhertina rewşa gelê Kurd û têkçûna hêzên desthilatdar, ji bo vê di encama lihevkirinên herêmî  û navdewletî Serok ji Sûriyê derket. Hemû hêzan, xwe di bin navê ku dewleta Tirk ev plan birêxistin kiriye, veşartin. Lê ev komplo ji aliyê tevahî hêzên ku bi sedsalan e gelê Kurd bindest û qirkirin ha pêkanîn."

'Bi girtina Rêber Apo re mirovahî bi xeteriyê re rû bi rû ye'

Sara Xelîl girêdayî komploya navdewletî ev nirxandin kir: "Rêber Apo di zanebûna hemû lihevkirinan de bû, ji ber vê çûyîna ber bi welatên Ewrupa ve hilbijart da ku doza gelê Kurd û bîrdoziya xwe bi wan re parve bike. Weke min anî ziman komployeke navdewletî bû ku hemû welatên Rêber Apo serdana wan kir, di komployê de hevkar bûn. Heta ez dikarim bêjim roj û şevên xwe kirin yek da ku Serok teslîmî dewleta Tirk bikin."

Sara Xelil teqez kir ku girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahî mirovahiyê xeter e û wiha domand: "Rêber Apo di 15'ê Sibata 1999'an de bi  planeke navdewletî li welatê Kenyayê hat girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Hêzên desthilatdar û hegemon pergala xwe li ser bingeha talan û qirkirina hebûna gelan avakirin. Girtina kesayeteke weke Rêber Apo û hewildana bîrdoziya wî tunekirin, ji bo tevahî mirovahiyê xeteriyeke mezin e. Ez bawer dikim, ger ku ew 25 salan ne girtîba dê rewşa Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê ne bi vî rengî be."

'Têkoşîna hevpar ya di Îmraliyê de û li derve komplo vala derxist'

Sara xelîl di berdevamiya axaftina xwe de wiha got: "Dema Rêber Apo hat girtin, ji bo jinan got ku projeya azadiya jin nîvço ma. Piştre Rêber Ocalan di nava şert û mercên tecrîd û girtinê de projeya jin pêşkêşî me kir û hemû perspektîf jî me re parve kir." Sara Xelîl da zanîn ku bi temamkirina projeya jin re komplo vala derket û wiha axivî: "Serok der barê Kurdistanê û Rojhilata Navîn lêkolînên gelek berfireh destpê kir, her wiha analîzên kûr jî pêş xist.  Em dikarin bêjin dîrok ji nû ve hatin lêkolîn û sererastkirin, bi taybet jî dîroka jin ku em dibînin heqîqetên Rêber Apo gihîştinê îro di jiyan û perwerdeyên me de cih digirin. Naskirina Rêber Apo û pêkanîna projeyên wî di Kurdistanê û derveyî welat de bûn sedema ku armanca komployê  vala derkeve. Bi giştî mirov dikare bibêje ku berxwedana Rêber Apo ya li dijî pergala li Îmraliyê û têkoşîna jinan ya  derve, têkoşîneke hevpar ya li hember komployê derxist holê."

 ‘Şoreşa jin tê hedef girtin’

Sara Xelîl ku bal kişand ser polîtîkayên hêzên hegemon û got: "Em bala xwe bidin dîroka gelê Kurd, di kîjan serdemê de serhildan birêketin di destpêkê de pêşengên wê hatine tasfiyekirin ku pişt re raperîn dihatin tunekirin. Lewra hêzên komploger xwestin bi heman rêbazî Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê ji holê rakin. Ew plan berovajî bû, serhildan pêl bi pêl pêşve çû û mezintir bû. Ev yek jî xwe dispêre hêza Serok û gelê Kurd ku dikarbûn bi berxwedaneke hemdem hewildanên dubarekirina dîroka qirkirina Kurdan vala derxin. Rêber Apo ji aliyê fîzkî de ne li gel me ye, lê weke raman û bîrdozî em dikarin bêjin em li gel dijîn. Ya ku pêşengiya vê yekê jî kir jinên Kurd bûn. Di lidarxistina şoreşa 19'ê Tîrmehê ku weke şoreşa jin tê binavkirin, jinan şoreş di nava şoreşê de birêxistinkirin. Ji bo vê em dibînin ku li rex hemû êrîşên heyî, şoreşa jin bê navber tê hedef girtin."

'Komplo bi rêbazên cuda didome'

Hêzên hegemon ji 9'ê Cotmeha 1998'an de û heta vê rojê xelekên komployê bi cureyên cuda didomîne.  Her sal di vê dîrokê de bûyerek cuda pêk tê, di 9'ê Cotmeha 2019'an de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin.  Dewleta Tirk di êrîşa li hember her du bajaran de bi hemû çekan bajar û gelê wê bombebaran kir, heta bi çekên kîmyewî ku li ser asta cîhanê hatine qedexekirin bikaranî. Her wiha di heman dîrokê de hevpeymana der barê Şengalê de jî hat îmzekirin ku ew jî rêbazek din berdewamiya komployê ye. Aniha di 2023'an de em rû bi rû yê xelekek nû ya komployê de ne. Bi taybet jî hevpeymana Lozan sedsaliya xwe temam kir, loma aniha her hêzek hewil dide di sedsala nû de desthilatdariya xwe mayînde bike. Di civînên veşartî û di êrîşên ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên de jî diyar dibe ku em komployek din dijîn."

‘Ji parastina şoreş û destkeftiyên jin em bi îsrar in’

Endama Meclîsa Jin ya PYD'ê Sara Xelîl di dawiya axaftina xwe de îsrara parastina şoreş û destkeftiyên jin wiha anîn ziman: "Ji 4'ê Cotmehê ve dewleta Tirk bi rengekî dijwar seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê hewayî û bejahî ve bombebaran dike. Bi taybet ev bombebaran binsaziya herêmê û cihên ku pêdiviyên jiyanî yên gel bi cih tînin, armanc girt. Her wiha bi dehan  kes jî di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan. Ev polîtîka bi armanca gel neçarî koçberiyê hîştin pêk tên. Êrîşên qirkirinê ku di roja îro de li hember şoreşa jin tên dubare kirin, em weke êrîşeke yekser li hember destkeftiyên xwe dibînin. Lewma me hemû enerjî, hêz, vîn, xebat û baweriya xwe xistiye seferberiyê da ku em şoreşa azadiyê biparêzin.