Dê jin dawiya heftê di Konferansa Jinan a Navendî de bin

Konferansa Jinan a Navendî di 21 û 22 yê Gulanê de beriya 5'emîn Kongreya Asayî ya Mezîn a HDP, li Enqerê bê lidarxistin.

Navenda Nûçeyan - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê 5'emîn Kongreya Xwe ya Asayî di 3'yê Tîrmehê de pêk bîne. Ji bo amadekariyan HDP'ê heya niha li 7 herêman konferasên giştî û yên jinan pêk anî. Têkildarî heman naverokê dê di 21 û 22'yê Gulanê de li Enqerê Konferansa Jinan a Navendî pêk bîne. Meclisa Jinan a HDP'ê li Behra Reş, Anatoliya Navin, Ege, Marmara, Çûkûrova, Amed û Serhedê Konferansên Jinan ên Herêmê pêk anîn. Di van konferansan de mijarên xespkirina destkeftiyên jinan, êrişên li dijî partiya wan, bandora qeyrana aborî ya li ser civakê û jinê, tecrîda li ser Îmraliyê û êrişên ku li Başûr tên domandin hatin nirxandin û ji bo çaraseriya van pirsgirêkan xeta tekoşîna polîtîk hat nîqaşkirin.

Konferansa Jinan dê dawiya vê heftê bi dirûşma "Em di azadiyê de bi israr in, di tekoşînê de bi biryar in" pêk were û nêzî 300 delege dê tevlî konferansê bibin. Konferans dê li Eywana Konferansê ya Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) bê kirin û dê di konferansê de ewilî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan biaxive. Di konferansê de taybetî nexşerêya siyaseta rêya 3'yemîn û rojevên wekî tundiyên li ser jinê, rewşa girtiyên nexweş û Aysel Tûglûk, binpêkirinên mafan ên girtîgehan, şerê taybet ê li ser bedena jinê tê meşandin, êrişên di demên dawî de li dijî HDP'ê zêde bûne dê bên nîqaşkirin û nexşerêya çareseriya van rojevan dê bên diyarkirin.