Cîhan Xelîl: Dewleta tirk di siyaseta xwe ya êrîş, dagirkerî û parçebûnê de israr dike

Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Cîhan Xelîl têkildarî êrîşên dewleta tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê got: “Li Başûrê Kurdistanê jî dewleta tirk armancên wê yên dagirkeriyê hene, dixwaze li her derê ji van hevsengiyên siyasî sûd bigre.”

ROJ HOZAN

Hesekê-Dewleta tirk a dagirker bi hemû rêbazên kiryaran êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriye û Başûrê Kurdistanê dike. Herî dawî jî êrîşî axa Başûrê Kurdistanê kir her wiha navçeya Zirgan û Til Temir topbaran kir. Dewleta tirk dixwaze ji vê alozî û hevsengiyên di cîhanê de diqewimin sûd bigre û deverên nû dagir bike. Têkildarî mijarê Şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Cîhan Xelîl nirxandin kir.

“Şerê niha diqewime bîrdozî û fikrî ye”

Cîhan Xelîl Tevlîheviya aloziya şerê ku niha di hundir û derve de diqewime nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Êrîşên dewleta tirk li ser herêmên me bi giştî bi salan e berdewam dikin û bi rêbazên şer gihîştiye asteke herî bilind. Her çendî hin herêmên me hatin dagirkirin jî ev şer bi rêbazên cuda xwe dide der. Êrîşên dewleta tirk li ser axa Sûriyeyê beşek ji şerê cîhanê yê sêyemîn e di heman demê de şêwazê wê cuda ye. Em dizanin şerên berê aliyên wê yên siyasî û aborî hebûn lê şerên ku niha diqewimin naveroka wan bîrdozî û fikrî ye. Her çiqas tehdîd di aliyê aborî de hebin jî lê di esas de şerê wan ê hegomon qada idyolojiyê hedef digre. Şerê ku di tevahî Sûriye tê meşandin heya roja îro yek ji armancên wê parçebûna civakê û lawazbûna wê bû da bibe bercewendiyeke hêzan ji hêzên dagirker e. Rûsiye dixwaze bibe hêza hakim di Sûriye de û serweriya xwe di herêmê de mayinde bike. Ji bo lawazbûna Rûsiye di Rojhilata navîn de dewletên diktatör di civaka navnetewî de berê Rûsiye ber bi Okrayina ve birin. Şerê îro li Okrayina tê meşandin şerê berjewendiyên desthilatdariyê ye yanî wê ne bi ser kevin û ne jî têk biçin, armancên vî şerî lawazkirina Rûsyayê ye di heman demê de deşîfrekirina îmkanên sîlahên wê ye. Di nêrîna me de êrîşên dewleta tirk li ser herêmên me beşek ji vî şerî ye.”

“Dewleta tirk dixwaze dagirkeriya xwe mayînde bike

Cîhan Xelîl bal kişand ser armancên dewleta tirk bi dagirkirina herêmên nû di Kurdistanê de û wiha domand: “Niha em dizanin tevahî cîhan bi şerê Rûsya û Okraynayê re mijûl e, dewleta tirk dixwaze ji vê yekê sûd bibîne ji bo wê di van demên dawiyê de dema tehdîd dikir bi dengekî bilind dianî ziman. Her wiha hin hevdîtinên dewleta tirk bi Şamê re çêbûn, dixwaze di aliyê îstîxbaratê de xurt bibe û hebûna dagirkeriya xwe misoger bike. Ne tenê li Sûriyeyê li Başûrê Kurdistanê jî dewleta tirk armancên wê yên dagirkeriyê hene, dixwaze li her derê ji van hevsengiyên siyasî sûd bigre. Niha li her derê Başûr û Rojavayê Kurdistanê êrîş hene, pê ve girêdayî hevpeymana Lozanê jî heye ku sedsala xwe temam dike  dewleta tirk dixwaze berî ev peyman bi dawî bibe herêmên stratejîk di Kurdistanê de dagir bike. Dewleta tirk di siyaseta xwe ya êrîş, dagirkerî û parçebûnê de israr dike.”

“Bi hêz û rêxistina gelê xwe em ê civaka xwe ji êrîşan biparêzin”

 Cîhan Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her çiqas êrîş dijwar jî bin em weke Rêveberiya Xweser di xeta xwe ya sêyemîn a demokrasiyê de israr dikin. Di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de siyaseta ku tê meşandin û hevsengiyên siyasî yên hene em jî dixwazin bi rengekî baş sûdê jê bigrin û bikin xizmeta civaka xwe. Em xwedî proje ne û baş dizanin çawa civaka xwe demokratîk bikin lê ger rejîma Sûriyeyê di diyalogên xwe de hişk bimîne wê Sûriye tu çareseriyan nebîne. Bi hêza gel û rêxistinkirina civakê em dikarin civaka xwe ji hemû rengên êrîşan biparêzin. Dîsa jî em dibêjin dewleta tirk niha êrîş dike lê ne di wê astê de ye êrîşên xwe ewqas fireh bike, ji ber ku rewşa hundir a Tirkiyeyê di aliyê siyasî û aborî de pir xerab e.”