“Em ê li dijî vê êrîşê derkevin”

Mamosteyên zimanê Kurdî yên li bajarê Qamişloyê, hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re şermezar kirin û gotin: “Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê êrîşî axa Başûrê Kurdistanê dike, bi riya vê êrîşî dixwazin îradeya gelê Kurd têk bibin.”

FEREH DAWÛD

Qamişlo – Dewleta tirk di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê êrîşî axa Başûrê Kurdistanê kir. Gel û dostên Kurdan li dijî vê êrîşî li her derê çalakiyên şermezarkirinê li dar dixin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi çalakiyên cur be cur vê êrîşî şermezar dikin. Mamosteyên zimanê Kurdî yên li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê li dijî axa Başurê Kurdistanê, şermezar kirin û nêrînên xwe anîn ziman.

“Em dev ji doza xwe bernadin”

Mamoste Fatma Mehmûd da zanîn ku ew dev ji doza xwe bernadin û wiha domand: “Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê êrîşî axa Başûrê Kurdistanê dike, bi riya vê êrîşî dixwazin îradeya gelê Kurd têk bibin. Em vê êrîşî bi tundî şermezar dikin û em ê her dem şopdarên şervanên xwe bin. Em tu carî dev ji doxa xwe bernadin û em ê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ku rêberê gelên bindest e bimeşin. Divê Kurd li her aliyên Kurdistanê û bi taybet li Başurê Kurdistanê rabin li ser piyan û vê êrîşa rû reş şermezar bikin. Em hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re û li dijî axa xwe şermezar dikin. Em tev dizanin ku dewleta tirk dijminê Kurdan e û tevî vê yekê PDK hevkarî bi dewleta tirk re dike êrîşî zarokên me yên axa Kurdistanê diparêzin dike. Ev yek me diêşîne û em dibêjin çawa bira li dijî bira disekine. Xwîna ku di damarên me de diherike, xwîna Kurdiyetiyê ye. Em hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re bi tundî şermezar dikin û em dibêjin em ê li hemberî van êrîşan li ber xwe bidin.”

“Armanca dewleta tirk qirkirina Kurdan e”

Fatma Mehmûd bang li PDK’ê kir ku dev ji xiyaneta xwe berde û wiha domand: “Dewleta tirk, dewletek dijmin e loma êrîşî me dike. Armanca dewleta tirk qirkirina Kurdan e. Em wek mamosteyên zimanê Kurdî, bang li PDK’ê dikin ku êdî dest nede destên dewleta tirk. Em Kurd in û xwîna me yek e, em bi hêvî ne ku PDK li xwe vegere û li dijî êrîşên dewleta tirk bertek nîşan bide. Armanca dewleta tirk ne tenê axa Başûrê Kurdistanê ye, tevahî Kurdistan e. Hêviya me bilind e û em ê bi ser bikevin”

“Em ê li hemberî zilm û zordariyê derkevin”

Mamoste Şêrîn Îsmaîl diyar kir ku dewleta tirk dewleteke dagirker e û wiha got: “Em weke gelê Kurd em berxwedêr in û em doza mafên xwe dikin. Em li hemberî êrîşên dewleta tirk derdikevin, dewleta tirk dizane ku gerîla li serê çiya parastina me dikin ji ber vê yekê dewleta tirk êrîşî çiyayên me dike û dixwaze gelê Kurd tune bike. Her wiha dixwaze felsefeya Rêber Apo tune bike, weke ku em dizanin felsefeya Rêber Apo li cîhanê giştî belav bûye, felsefeya Rêber Apo felsefeyeke demokratîk e û doza mafên hemû gelan diparêze. Dewleta tirk ku xwe mensûbê ola îslamê dibîne, mixabin tu girêdana wê bi îslamê re tune ye, em wekî gelê Kurd dev ji doza xwe bernadin. Em gelê berxwedêr in û li hemberî zilm û zordariyê derdikevin, bi taybetî em li hemberî zilma dewleta tirk derdikevin. Em wekî mamosteyên ziman, zimanê xwe diparêzin û perwerdeya xwe xurt dikin. A herî girîng ew e ku li welat perwerde heye. Em ê bi saya perwerdeyê nifşên baş û qenc ava bikin her wiha em ji axa xwe hez dikin.”