Ayşe Acar Başaran: Girtîgeh bûne “malên mirinê”

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaranli navenda partiya xwe ya Stenbolê civîna heftane lidarxist.

 
Stenbol - Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran tevlî civîna Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bû û nirxandina hefteyê kir û bal kişand ser rojeva jinan. Ayşe Acar Başaran, salvegera 23'yan a Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist, diyar kir tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji roja rehîn hatî girtin ve didome û got: ''Divê demildest dawî li polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê were. AKP-MHP vê pêvajoya dawî di ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dixwaze hinek manîpûlasyonan bike. Em dîsa dibêjin, gelek gotin û fikir hene ku Birêz Ocalan dikare ji civakê re bibêje. Ji ber ve jî demildest divê ev tecrîd rabe û hevdîtin çêbibin."
 “Deshilat gav navêje”
Ayşe Acar Başaran, bilêv kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê li girtîgehên din jî berbelav bûye, bal kişande ser rewşa girtiyên nexweş û wila bi lêv kir: ''Niha li girtîgehan 600 jê rewşa wan giran hezar û 600 girtiyên nexweş hene. Tenê sala 2021'ên piştî ku înfaza wan hatî taloqkirin bi demeke kurt, 59 girtiyên nexweş, li nav çar dîwarên girtîgehê yên di bin kontrola desthilatê de jiyana xwe ji dest dane. Desthilat bi rengekî lê rawestiyayî bi wê meylê ye ku ji bo girtiyên nexweş gavan neavêje. Li girtîgehan polîtîkaya mirinê dike. Desthilat divê girtîgehan bes bike malên mirinê. Em nîqaş dikin li dijî êrîşên li girtîgehan li ser jinan, di şexsê Aysel Tugluk de li dijî rêbazên îşkenceyê ku li girtîgehan li ser girtiyên nexweş ên jin dikin, mirov dikare têkoşîneke çawa bide. Xebatên me, piştevaniya me û hewldana ku em ji wan re bibin deng wê bidome.''
 “Deshilat li gel mêrane”
Ayşe Acar Başaran têkilî qirkirina jinan jî ev nirxandin kir: "Li girtîgehan jin ji bo ku têdikoşin rehîn têne girtin, bi dehan salan ceza li wan tê birîn, li derve jî komkujiya li ser jinan bênavber didome. Tenê çileya 2022'an 26 jin bi destê zilaman hatine kuştin. 28 jin bi rengê 'xwekuştin'ê dawî li jiyana wan hatine. Komkujiya li ser jinan hatiye asta qirkirinê. Desthilat dev ji wan nêzîkatiyan biqere ku zilaman teşwîq dike û zayendîparêziyê geş dike.''