Îlham Mihemed: Dîroka dewleta tirk hemû sûc û kiryarên xirab in

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk Îlham Mihemed têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî got: “Banga me ji dewletên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, mafên xwezayê û mirovên aştîxwaz re heye ku li hemberî van sûcên dewleta tirk bêdeng nemînin.”

ŞÊRÎN ELÎ

Şehba- Li gorî zagonên cîhanê çekên kîmyewî li her deverê qedexe ne lê dewleta tirk a dagirker li ser erdnîgariya Kurdistanê û Kurdan çekên ku tên qedexekirin bi kar tîne. Li herêmên ku ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve hatine dagirkirin wek Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê, Bab û Idlib û hwd. kiryarên dermirovî tê de tên qewimandin bi taybetî çekên kîmyewî. Her wih di encama bikaranîna çekên kîmyewî de gelek zirar digihîje mirovan, hemû zindewar, xweza, zarok, şînahî û tebeqeya atmesforê. Lê dîsa jî dewleta tirk a dagirker li hemberî tunekirina gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar tîne. Têkildarî mijara qedexekirina çekên kîmyewî li cîhanê û bêdengiya civaka navneteweyî, endama Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Îlham Mihemed ji ajansa me re axivî.

“Dîroka dewleta tirk hemû sûc û kiryarên xirab in”

Îlham Mihemed di destpêka gotinên xwe de diyar kir ku her dem di dîrokê de û heya niha dewleta tirk kiryarên dermirovî pêk anîne û got: “Di dîroka mirovahiyê de heya niha her dem dewleta tirk a dagirker ji bo qirkirin û tunekirina gelê Kurd hemû kiryarên dermirovî pêk anîne. Dema em li dîrokê binêrin, em ê bibînin ku dewleta tirk a faşîst bi dehan komkujiyan li ser gelên sivîl kiriye û bi taybetî gelê Kurd. Dewleta tirk a dagirker hemû şêwazên hov mîna, şerê taybet, şerê pîskolojîk, şerê siyasî, şerê çandî û şerê teknîkê ji bo qirkirina gelê Kurd dide meşandin. Ji bo ku dewleta tirk hebûna xwe biparêze, hewl dide gelê Kurd ji holê rake. Ev ne cara yekem e ku faşîzma tirk êrîşî Kurdan dike, di dîrokê de gelek caran ji aliyê leşkerî ve bi çekên qedexekirî êrîş kiriye. Îsbata van sûcên dewleta tirk jî hene, di sala 1937'an de li Dêrsimê komkujiyek mezin pêk anî. Di encama vê komkujiya Dêrsimê de zêdetirî 14 hezar kesên Kurd hatin qetilkirin her wiha bi milyonan însan ji ber bandora çekên kîmyewî ji cih û warê xwe koçber bûn. Piştî ku faşîzma tirk li Dêrsimê ev kiriyar pêk anîn xwest ku guhertinek giştî ya demografîk pêk bîne. Ji ber vê yekê gelek caran dewlreta tirk hewl da navê Dêrsimê biguherîne her wiha li şûna gelê Kurd gelê Tirkmen bi cih bike.”

“Dewleta tirk li Efrînê çekên kîmyewî bi kar anî”

Îlham Mihemed di gotinên xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk bi çekên kîmyewî li ser gelê Kurd û wiha bi lêv kir: “Di dema niha de jî ger mirov bîne bîra xwe di şerê Efrîn, Serê Kaniyê û Taxa Şêx Meqsûdê de dewleta tirk a dagirker çekên kîmyewî bi kar anî. Di şerê Efrînê de em derbasê nexweşxaneyê bûn û me bi çavên xwe rewşa nexweşên di encama çekên kîmyewî de birîndar bûbûn me dît. Dewleta tirk bi hemû rêbazan êrîş gelê Kurd dike lê nikare vîna gelê Kurd bişkîne. Ji ber vê yekê bi çekên kîmyewî û yên qedexekirî êrîşên xwe berdewam dike. Ger em  behsa dîroka çiyayên azad bikin, ji dema avakirina Tevgera Azadiyê ve heya roja îro dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrîşên xwe li ser çiyayên azad berdewam kiriye. Heta ku gelek caran li ser cenazeyên şehîdan hatiye lêkolînkirini û hatiye îsbatkirin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Weke gaza kilorê, gaza sarînê û gaza xerdelê hatine bikaranîn. Bikaranîna çekên kîmyawî dibin sedema şehadeta bi dehan şervanên me. Ji ber ku li çiya derfetên xweparastinê ji çekên kîmyewî tune ne, ji ber ku gaza kîmyewî bi hewayê re difire.”

“Her dem planên faşîzma tirk vala derdikevin”

Îlham Mihemed bal kişand ser êrîşên dewleta tirk êm li ser Başûrê Kurdistanê û wiha domand: “Îro jî dewleta tirk a dagirker careke din bi awayeke hovane êrîşên xwe li ser çiyayên azad dijwar dike. Dîsa di van êrîşan de artêşa dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar tîne, ji ber ku çendîn sal in nikare gelê Kurd ê ku ji bo azadiyê têdikoşe tune bike. Ji ber vê yekê dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK’ê li Başûrê Kurdistanê êrîşê herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dike. Dewleta tirk dixwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vîna gel bişkîne û projeya Neteweya Demokratîk têk bibe. Her wiha sînoran di navbera Şengal û Rojava de ava bike. Dewleta tirk êrîşê gel dike nikare gel bişkîne, ji ber vê yekê êrîşî çiyayên Qendîlê dike ku kilîta çareseriyê li wê derê ye. Bingeha vê çareseriyê jî li zindanên Îmraliyê ye Rêber Apo ye, ji ber vê sedemê jî li Îmraliyê şîdet û tecrîdê giran kirine. Dewleta tirk hemû hewldanên xwe li ser şikandin û binketina doza Kurdan de dike lê her dem planên faşîzma tirk vala derketine.”

“Rêxistinen mafên mirovan erka xwe pêk naynin”

Îlham Mihemed da zanîn ku bandora çekên kîmyewî li ser tevahî cîhanê çêdibe û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Bikaranîna çekên kîmyewî ne tenê bandorê li ser mirovan dike, bandorê li ser hemû zindiyên li ser rûyê erdê dike. Bandora gaza kîmyewî li ser civak, zarok, şînahî, xweza û gelek tiştên din çêdibe. Cihê ku çekên kîmyewî lê were bikaranîn ew der êdî jiyan lê nabe. Gelek rêxistin li ser asta navneteweyî hene, her rêxistinek parastina mafên zindiyan dike weke mafên mirovan, mafên zarokan an jî mafên xwezayê. Lê belê li pêşiya çavên cîhanê dewleta tirk sûcên dermirovî pêk tîne û her kes bêdeng e, her kesê çavên xwe girtiye. Ev hemû rêxistinên mirovî li hember sûcên dewleta tirk bêhelwest in tenê şiklî hatine avakirin erka xwe pêk nînin. Holanda bi xwe çekên kîmyewî çêdike û bi xwe jî ev çek qedexe kirine. Lê dema ku bi çekên kîmyewî êrîşê gelê Kurd tê kirin, hemû dewletên navneteweyî dibin hevkar û bêdeng dimînin bo berjewendiyên xwe. Ji ber bikaranîna çekên kîmyewî tebeqeya atmesforê tenik bûye û gelek zirarê dibîne di encama şerên ku tên qewimandin de pir ziyan digihîje xwezayê.”

“Divê pêşî li kiryarên dewleta tirk were girtin”

Îlham Mihemed di dawiya gotinên xwe de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku erka xwe pêk bînin û wiha got: “Banga me ji dewletên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan, mafên zarokan, mafên xwezayê û yên aştîxwaz re ew e ku li hember van sûcên dewleta tirk bêdeng nemînin. Êdî dem dema serhildanê ye li hemberî dagirkeran divê dewleta tirk were cezakirin, ji ber van sûcên ku li dijî sivîlan pêk tîne û çekên kîmyewî bi kar tîne. Em jî weke gelê Kurd li hemberî van êrîş û sûcên dewleta tirk a faşîst, tu car binketinê qebûl nakin. Em ê her dem berxwedanî û tekoşîna li beramberî dagirkeran berdewam bikin. Divê hemû Kurd xwe bikin yek dest, yek ruh û yek fikir ji bo têkbirina dewleta tirk a dagirker û têkbirina xewnên dewleta Osmanî bi hev re helwesta xwe nîşan bidin.”