"Li heremên dagirkirî bicihkirina milyonek koçberan projeyek xeter e"

Siyasetmedarên jin ên li herêma Firatê daxuyanî û planên dewleta tirk ên bicihkirina milyonek koçberên Sûriyeyê li herêmên dagirkirî nirxandin û gotin: "Ev proje gelek bi xeter e û hemû pîvan û zagonan binpê dike."

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Dewleta tirk ragihand ku dê milyonek koçber ji Tirkiyeyê derbixe û li herêmên di bin dagirkeriya wan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bike. Li ser vê bingehê Tirkiyeyê bi sedan kamp ava kirine û heta niha nêzî 500 malbat derbas kiriye.  

Ji bo nirxandina vê projeyê, ajansa me nêrîn û nirxandinên siyasetmedarên jin ên li herêma Firatê girt.

"Dixwazin hegemonya Osmaniyan mezin bikin"

Seroka Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşeroj ya kantona Kobanê Şevîn Qûl Egasî destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze hegemonyaya xwe berfirehtir bike û got: "Ev 12 sal in li Sûriyeyê alozî, şer û pevçûn tên jiyîn. Dibe ku ev alozî demdirêjtir jî bibe. Dewleta tirk şer ji bo derfeta bicihanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne ji lewra em dibînin ku ew bê navber êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Li kêlek vê yekê gelek dever dagir kiriye û bi rengekî mafdar desthilatdariya xwe lê dimeşîne. Dewleta tirk li kêlek hemû kiryar, binpêkirin û guhertinên demografî yên li herêmên dagirkirî,  dixweze niha jî milyonek koçberên Sûriyê li wan herêman bi cih bike. Dewleta tirk dixwaze weke dema Kembera Ereban, guhertinên demografî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbike û hegemonyaya Osmanî berfirhetir bike. Em weke Partiya Sûriyeya Pêşerojê van binpêkirinan şermezar dikin û napejirînin."

"Tirkiye destdirêjiyê li ser axa Sûriyeyê dike"

Endama komîteya navendî ya partiya Çep a li herêma Firatê Gulê Hesen bal kişand ser binpêkirina dewleta tirk ax û sînorên Sûriyeyê û wiha got: "Dewleta tirk di hundirê axa Sûriyeyê de bi armanca guhertina demografî dest bi projeyeke nû kiriye. Her kes dizane ku dewleta tirk ev çend sal in ji bo mijara koçberên Sûriyeyê gefan li Ewropayê dixwe lê dewleta tirk raghand ku wê van koçberan li Girê Spî, Serêkanî, Efrîn, Bab, Ezaz û Cerablûsê bi cih bikin. Weke tê zanîn jî ev herêm di bin dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê de ne. Em ne li dijî vegera koçberên Sûriyeyê ne lê em li dijî guhertina demografiyê ne. Ev koçber hemû jî xwedî cih û warin, ji ber vê ew dikarin vegerin mal û bajarên xwe. Lê dewleta tirk bi rengekî eşker destdirêjiyê li ser erdîngariya Sûriyê dike û li gor berjewendiyên xwe axê parçe dike. Divê ku civaka navdewletî li dijî van kiryaran berpirsyar nêzik bibe û aliyên pêwindîwar xwedî li erka xwe derkevin."

"Di Sûriyeyê de desthilatdariya Osmaniyan tê zindîkirin"

Endama meclisa jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Almaz Romî jî diyar kir ku dewleta tirk di axa Sûriyeyê desthilatdariya Osmaniyan zindî dike û got: "Dewleta tirk careke din mijara koçberên Sûriyeyê kiriye rojevê lê vê carê Erdogan ragihand ku wê qaşo koçberan li herêmên bi ewle bi cih bike. Ev herêmên ku behsê dikin jî yên di bin dagirkeriya wan û çeteyan de ne. Dewleta tirk ji bo dagirkirina van herêman gelek komên çete birêxisitin kir û şand bajarên me lê êdî ew neçar man ku weke dewlet bi artêşa xwe şer bikin. Mebesta Erdogan ji vê projeyê zindîkirina desthilatdariya Osmaniyan li Sûriyeyê ye û hewl didin herêmên di bin dagirkeriya wan de tevli erdîngariya Tirkiyeyê bikin. Dewleta tirk dixwaze bi lez û bez beriya ku sedsala Lozanê xilas bibe, dagirkeriya xwe berfereh bike, ji ber vê ew bênavber êrîş dike. Divê ku ev daxuyanî û proje ji bo tevahî gelê Sûriyeyê neyê qebûlkirin, ev mijar êdî ji çarçoveya gelê Kurd derketiya û divê bibe rojeva tevahî Sûriyeyê."