Jinên Kobanê: Banga dîrokî çavkaniya jiyana azad e

Jin û gelê bajarê Kobanê banga dîrokî a rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyeke gireseyî pêşwaz kirin. Jinan diyarkirin ku banga dîrokî a Ocalan henase û çavkaniya jiyana azad e.

Kobanê - Îroj rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di berdewamiya banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27’ê Sibatê de raghand, bangeke dîrokî ya din kir. Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan banga nû bi riya dîmen ragihand. Piştî weşandina dîmen û banga hatiye kirin, li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahiyên pêşwazîkirina bangê destpê kirin ku jinan, ciwan û pêkhateyên wê bi çalakiyên cur be cur coş û kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger yên bajarê Kobanê çalakî birêxistin kirin. Di çalakiyê de bi sedan şêniyên bajarê Kobanê amede bûn.

Di destpêkê de gel bi karwanekî erebeyan û li gel hilgirtina posterên Abdullah Ocalan û berzkirina siloganên “Bê serok jiyan nabe” li tevahî kolanên bajarê Kobanê geriyan. Piştî re li qada Jina Azad a bajarê Kobanê, coş û kêfxweşiya xwe bi şahiyeke girseyî berdewam kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, peyama Abdullah Ocalan hat guhdarkirin. Di şahiyê de bê navber tilîliyên jinan û silogan hatin berzkirin.

Herî dawî jî xelekên govendê li gel hunermendên ji Kobanê û Efrînê û li ber zirne û daholan hatin gerandin.

Ajansa me ku kêliyên pîrozbahî û coşa jinan bi taybet şopand, hest û nêrînên wan di derbarê banga dîrokî û pêvajoyê de girt.

‘Rêber Apo tîrêjên ku jiyana me ronî kir’

Edlê Bekir ku yek ji sembolên şoreşa jin û berxwedana Kobanê ye, hestên xwe wiha parve kir: “Banga Rêber Apo û peyamên ku ragihand, weke gelê Kobanê em gelek bandor bûn. Lewra jî em vê bangê bi dil û can hemêz dikin û hestên xwe bi riya çalakiyê re radighînin. Bi taybet bajarê Kobanê ku bajarê yekem yê Rêber Apo hemêz kir, em dibêjin ku em careke din li benda hatina Rêber Apo ne. Hêviyên min jî ewe ku ez wî di nava me de bibînim û bikarbin civatê li dor wî bigerînin. Ji xwe dîtina dîmen û guhdarkirina dengê wî, hesreta me a bi salan heta astekê têrkir. Ji bo vê neçar dimîne ka wê ji bo xwedî derketina li keda wî çawa tevger bike. Rêber Apo ji bo me tîrêjên rojê ye ku mêjî û hebûna me ronî kir. Em hezkirin û silavên xwe yên bê dawî ji bo Rêber Apo dişînin.”

‘Dîtina Rêber Apo û guhdarkirina dengê wî lutkeya kêfxweşiyê ye’

Litfiyê Mehmûd a ku dayîka gêrîleyan e wiha got: “Îroj ji bo me rojeke pîroz e, piştî têkoşîn û fedekariya zêdetirî 50 salan û girtina Rêber Apo a 27 salan, em berxwedana xwe bi serkeftinê tacîdar dikin. Em bi hesreta dîtin, guhdarkirin û naskirina rewşa Rêber Apo bûn, lê îro ez weke dayîkeke gêrîla kêfxweşiya xwe nadim malê dinê ku êdî her kes qebûl kir ku ew kilîta çareseriyê ye. Min ev gotin her tim gotiye ku wê rojekê dijmin lêborîna xwe ji Rêber Apo bixweze û ew bi xwe çareseriyê jê bixwezin. Hewildanên 27 salan a ku me ji Rêber Apo qût bikin, berovajî bû.  Vaye em îroj vê yekê dijîn e û şahîdiya wê dikin. Îroj ked û fedaytîiya gêrîleyan, hevgirtina gel a li derdora bîrdoziya Rêber Apo encam dide.”