Zehra Şahîn behsa topbarana li ser gundê Micêbira yê Til Temirê kir

Zehra Şahîn ji gundê Micêbira yê Til Temirê ye ku duh ji aliyê artêşa tirk a ve hat topbarankirin, behsa kêliyên topbaranê û helwesta li dijî dagirkeriyê kir, hêviyên xwe anîn ziman û got ku bêguman rojekê dê bê şer bijîn.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Dewleta tirk a dagirker beriya peymana Lozanê bi dawî bibe, xwest ku hinek herêmên din ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, bi vê armancê ligel gelek welatan û hêzên hegemon hevdîtin pêk anî, lê kesê ji wan jî erêkirina êrîşeke nû neda. Ji lewre piştî civîna ku li Tehranê di 19'ê Tîrmehê de çêbû, dewleta tirk bênavber herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Til Temirê heya Şehbayê êrîşên hewayî û bejahî bi dijwarî dike. Her wiha di êrîşên asîmanî de li dijî fermandarên YPJ’ê de yek ji fermandarên YPJ'ê û fermandara têkoşîna li dijî DAIŞ'ê Jiyan Tolhildan û du rêhevalên wê Roj û Barîn şehîd bûn. Di 24'ê Tîrmehê de jî dewleta tirk û çeteyên wê bi dijwarî gundewarên navçeya Til Temir û Zirganê topbaran kirin. Di encama topbaranê de 10 sivîl birîndar bûn kesek jî jiyana xwe ji dest da her wiha di nav de jin, zarok û pîr hebûn.

Yek ji gundên ku bi dehan top lê ketin gundê Micêbira yê dikeve bakurî navçeyê ye di heman wextê de dikeve ser riya Qamişlo - Til Temir ango riya M4. Sihara 24’ê Tirmehê welatiyên li gund bi dengê topan şiyar bûn, asîmanê gund di nava toz û dûmana topan de ma. Malbatek dema ku taştê dixwarin topek bi du metreyan li nêzî wan ket, di encamê de kesek canê xwe ji dest da, birîndarî çêbûn.

Dema ku topbaranê dest pê kir ji dijwariya topan ku wekî zîpikan dibariyan, malbatek zarokeke xwe yê di hundir dergûşê de ji bîr kiri lê paşê şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê alîkarî dan û ew zarok ji bin topbaranê derxistin û gihandin dayika wê. Bi qêrîn û hawarê, pêxwas û bi bezê sivîlan xwe gihandin eraziyê li hember gundê wan ku tenê ew jî bi 200 metreyî dûr bû. Malên welatiyan ên ku bi salan e ava kirine, di kêliyekê de hatin rûxandin û xwediya malê dayik û kurê wê tê de birîndar bûn.

"Em bi dengê topan radikevin û radibin"

Zehra Şahîn yek ji jinên gund e bi çend hevokan ji me re rewşa gund anî ziman û wiha got: "Saet di 07:00'ê sibehê de dagirkeran dest bi topbarana gundê me kirin, em neçar man ji gund derkevin û xwe bispêrin eraziyeke bi ewle. Di vê topbaranê de, topek li mala kurê xaltîka min ket û canê xwe ji dest da. Erdogan berpirsê yekemîn ê van topbaranan e. Topan herî zêde sivîl hedef girtin. Cîranekî me û pîrek birîndar bûn lê em vê carê filitîn. Bi kurtasî jiyana me di bin topan de didome. Em bi dengê topan radikevin û radibin."

“Ji ber toz û dûmana topan gund xuya nedikir”

Zehra Şahîn got ku di bin hebûna dagirkeran û êrîşên wan de jiyana wan perîşan e û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ev ne hal e, ma di bin hebûna dagirkeran û êrîşên wan de çi jiyan dibe? Serê sibehê pir kes li gund birîndar bûn, hema bêje gund veguherî gola xwînê, ji ber toz û dûmana topan gund xuya nedikir. Qêrîna jin û zarokan û dengê girîna wan gihîşt her derê. Ev du sal û nîv in em vê rewşê dijîn êdî bes e. Bê guneh îro jin bî û zarok sêwî man, ma ev çi dagirkirî ye."

"Em gûndên xwe bernadin"

Zehra Şahîn bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Êdî bes e, her roj gelek kes jiyana xwe ji dest didin ango jin û zarok birîndar dibin. Bila êdî dagirker ji welatê me derkevin, ev der cihê me ye. Dengê balafirên keşfê û yên şer ji guhên me dernakeve ji ber ku ji asîman naçin, di heman wextê de jî êvaran bombeyên şewqê diavêjin. Duh êvarê bombeyên şewqê avêtin û bû serê sibehê gund şewitandin ji ber topan. Me mala xwe ava kir, em ê lê bimînin ku top jî lê bikevin. Bêguman wê rojek were em ê bêyî dengê topan bijîn."