Tevna Alîkariya Jinên Êzidî: Iraq li şûna piştgiriyê bide, astengî derdixe

Tevna Alîkariya Jinên Êzidî bi boneya salvegera 8’emîn a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyeniyek da. Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku ji bo peydakirina windahiyên fermanê hikumeta Iraqê berpirsiyar e.

Şengal - Bi nêzbûna salvgera 8’emîn a ferman 3’ê Tebaxa 2014’an, rêzeçalakiyên şermezarkirina fermanê berdewam e. Tevna Alîkariya Jinên Êzidî li Sûka Kevin bajarê Şengalê ku bi hezaran jin li wir hatibûn dîl girtin, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wêneyên jinên ku bi fermanê re wenda bûne hatin bilind kirin. Daxuyanî ji aliyê endama Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Şadiya Dawud ve hate xwendin.

“Ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên dîlgirtî emê têbikoşin”

Di daxuyaniyê de wendayên fermanê hate bibîr xistin û wiha hat gotin: “Em feramana 3’ê Tebaxa 2014’an ya bi destê DAIŞ’ê ve li dijî civaka me pêkhatibû şermezar dikin. Di wê dîrokê de bi hezaran ji civaka me hatin kuştin û revandin. Bi taybet jî jinên Êzidî ru bi ruyê gelek êş man. Em bang li hemû saziyên mefê mirovan û rêxistina jinan dikin ku ji bo mafê jinên Êzidî têbikoşin û li kêleka jina Êzidî bisekinin. Em jî weke Tevna Alîkariya Jinên Êzidî haya ku em hemû jinan ji destê DAIŞ’ê rizgare nekin em ê her tekoşîn bikin.”

Rêvebera Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî ji ajansa mere axivî. Ferîde Şengalî di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên fermanê bi bîr anî û wiha got: “Em bejna xwe li hember hemû şehîdên fermanê ditewînin. Şehîdên şervanên HPG û YJA STAR ku bi hewara civaka me ve hatibûn bi rêzdarî bi bîr tînin. Piştî fermanê me rêxistina xwe ava kir ji ber pêwîstiya jina Êzidî bi rêxistinekî ku alîkarî bide wê hebû. Weke Tevna Alîkariya Jinên Êizidî gelek projeyên me hene lê em gelekî  ru bi ruyê zehmetiyan tên.”

“Şuna ku dewleta Iraqê piştgirî bide, astengiyan derdixe”

Ferîda Şengalî di berdewamiya axaftina xwe destnîşan kir ku dewleta Iraqê ji bo rizgarkirina jinên di destê DAİŞ’ê de li şûna alîkarî bide wan, sînoran li pêşiya wan datîne û wiha got: “Yek ji karên me ya esasî ji destê  DAIŞ’ê rizgarkirina jinên Êzidî ye. Heya niha 1500 jinên Êzidî bi destê QSD’ê ve hatine rizgarkirin. Hikumeta Iraqê jî li şona alîkarî bide me da ku em wan jinan bigihînin malbatên wan bikin, diçin deriyên sînor digrin û rê nadin jinên ku hatine rizgarkirin derbasî Şengalê  bibin.”

“Jinên rizgarbûyî şahidên herî mezin a fermanê ne”

Di dawiya axaftina xwe de rêvebera Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî bal kişand li ser siyaseta ku li dijî jinên Êzidî yên hatine rizgarkirin û wiha şirove kir: “Em weke Tevna Alîkariya Jinên Êzidî li dijî vê yekê ne ku jinên ji destê DAIŞ2ê hatine rizgarkirin derkevin ji derveyî Şengalê. Îro bi sedan jin di bin navê parastina mafê wan ji dewletên Ewropa re hatine şandin. Lê ez ji wan jinan û ji malabatên wan jî daxwaz dikim ku çavên xwe baş vekin. Ev jinên rizgarbûne şahidên herî mezin ya fermanê ne. Eger rojekî mehkemeyekî hete vekirin şahidiya fermanê pêwîst in. Ew bi derxistina wan jinan dixwezin şahidên fermanê winda bikin da ku kesên bûne sebeb neyên cezakirin.”