Zarokên mexdûrên erdhejê li ku ne?

Komeleya Pêşî Jin û Zarokan, da zanîn ku zaroka mexdûrê erdhejê yê 5 salî ya li Hollandayê hat kirin re îhbarên li herêmê hatine piştrastkirin û wiha got: “Em rayedaran gazî erkên wan dikin. Zarokên me ne bê xwedî ne.”

Navenda Nûçeyan - Li Hollandayê zarokê mexdûrê erdhejê 5 salî, bi awayekî tenê di nîvê kolanê de hat dîtin. Di hevdîtina bi zarok re hat kirin de, hat hînbûn ku dayik û bavê wî li Tirkiyeyê ne û ew bi xwe jî di bin parastinê de ye. Lê heta niha jî ne hatiye diyar kirin ku zarok çawa û bi çi awayî ji Tirkiyeyê derketiye û çûye Hollandayê. Tê diyar kirin ku piştî polîsên Hollandayê diyar kirin zarok dîtine, ji Tirkiyeyê rayedaran ketina nava hewildanê. Komeleya Pêşî Zarok û Jin, der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Zarokên hatin rizgarkirin derbasê qeydan

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser erdheja navenda wê Mereşê de hat destnîşankirin ku piştî erdhejê gelek zarokên bê refakat hene û hin zarok jî ji ber sedemên cuda nikarin teslîmî malbatên xwe bikin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji malbatên ku zarokên xwe digerin re ji aliyê saziyên fermî ve bi hefteyan bersiv nehat dayîn. Li gorî agahiyên ji qadê hatine girtin, zarokên me yên ji bin xirbeyê hatine rizgarkirin, ji saziyên fermî re agahdarî nehatine kirin û derbasbûna qeydan pêknehat.”

Îhbar hatin girtin

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji komele û saziyên din re hat ragihandin ku zarokên bêkes ne radestî saziyên dewletê yên rayedar, di heman demê de ji kesên ku dibêjin xizmê zarok im, tarîkat û mafyayên organan re teslîm naye kirin, hate diyar kirin ku rayaderan van îhbaran re bê deng mane. Di daxuyaniyê de daxuyaniyên berê û giliyên sûc ên li ser vê mijarê jî hatin bibîrxistin.

Banga peywîrê li rayedaran hat kirin

Di daxuyanîyê de hat diyar kirin ku bi zaroka li Hollandayê hat dîtin re îhbarên hatine kirin hatiye piştrastkirin û wiha hate gotin: "Bi bûyeren elem û revandina zarokan re fikarên me rast derketin û mixabin ev yek nîşan da ku qaçaxçîtiya mirovan nayê kontrolkirin. Dive der barê zarokên refakat ji du re û teslîmê kî hatine kirin û rewşa zaroken hêj winda de ji raya giştî re daxuyanî bê dayîn, divê demildest lêkolîn bê kirin ku zarokek 5 salî çawa dikare ji herêma erdhejê derbasî Hollandayê bibe û çima bi tenê serê hatiye dîtin û berpirsyarên vê bên darizandin. Em bang li rayedaran dikin ku bi  erkê xwe rabin. Zarokên me ne bê xwedî ne.”