Cezayê der barê Aysel Tûglûk de hat taloqkirin

Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê înfaza 10 sal cezayê girtîgehê ya Aysel Tugluk ji ber sedemên tenduristiyê salek taloq kir.

Navenda Nûçeyan – Biryar hat dayîn ku înfaza cezayê girtîgehê ya siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk ku ji ber nexweşîna demansê û şert û mercên girtîgehê li girtîgehe mayîna wê ne pekan e, salek hat taloqkirin. 

3’emîn Lijneya Îhtîsasê ya Saziya Tiba Edlî (ATK) di 22’ê Gulanê de raporek pêşkêşî Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê kir û diyar kiribû ku di encama muayeneya rewşa tenduristiyê de Aysel Tugluk a nexweşa demansê ye raporek ku "nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne"da. Di çarçoveya raporê de biryar hat dayîn ku înfaza 10 sal cezayê girtîgehê ya ji Aysel Tûglûk re bi îdiaya "endamtiya rêxistina " hatibû dayîn, salek were taloqkirin.