Zarokên li kampên Îdlibê dijîn ji mafê lîstikê bê par in

Ji ber qerebalixa zêde, zexta nifûsê û nebûna jîngeheke ewle, kamp bi taybetî ji bo zarokan dijwar in. Jin dixwazin ji bo zarokên wan qadên lîstikê bên çêkirin.

HEDEEL El-OMAR

Idlib - Zarokên ku li kampên li bakurê Idlibê dijîn, ji bo beşdarî çalakiyên curbecur ên wekî futbol, ​​basketbol û şanoyê bibin, ne xwediyê cîh û derfetên guncaw in. Zarokên li kampan ji her tiştî mehrûm dimînin di bin şer û koçberiyê de mezin dibin.

Salwa Al-Baraami ya 29 salî jî diyar kir ku wê nekariye kurê xwe yê 5 salî Musab bi serbestî derxîne derve û wiha got: “Her cara ku derdikeve derve ditirsim winda bibe yan jî tiştek were serê wî. Ez nikarim rê li ber zarokê xwe bigrim ku dernekeve û her tim digirî ku derkeve derve. Ev mafê wî yê xwezayî ye ye, lê ti deverên taybet ji bo lîstina zarokan li kampan nînin.”

'Bi her cure neheqiyê re rû bi rû ne'

Salwa Al-Baraamî bal kişand ser wê yekê ku mafê zarokên li kampan heye ku li park û baxçeyan bilîzin û tê de xeyalên xwe bi cîh bînin û wiha berdevam kir: "Lê belê, ew rastî her cure îhmal û cudakariyê re rû bi rû ne. Ji ber ku zarok li kampan ji her mafê jiyanê bê par in. Zarokên me nikarin wek zarokên din ên cîhanê bi azadî derkevin derve û bilîzin. 

'Zarok ne di ewlehiyê de ne  '

Najwa Al-Alam a 32 salî bi van gotinan bûyera qewimî vegot: “Em dixwazin zarokên me di dema lîstikê de xwe ewle hîs bikin. Em daxwaz dikin ku hawirdora hevdîtinê were dabînkirin ku zarokên kampê tê de tevgerên curbecur pêk bînin. Divê li her kampê qada lîstikê ya zarokan hebe. Wargehên me ji bo şert û mercên demsalî ne guncaw in. Her cara ku baran dibare ji ber ku rêyên kolanên kampê xerab in, çol çêdibin. Di rojên baranê de ez nahêlim zarok derkevin derve. Em di dawiya zivistanê de ne û ez hişyar im ku zarokên min nexweş nekevin. Divê li her kampê ji bo zarokan parkên vekirî bên çêkirin û ji bo vê jî fon bên veqetandin. Ev park ne tenê ji bo zarokan in; hewcedariya me bi hawîrdorek heye ku em bikarin di havînê de ji germa zirav birevin û giyan û laşê xwe rihet bikin."

Zarok hewcedariyê cîhek ku  tiştên hatine serê wan ji bîr bikin

Psîkolog Lama Haj Bakr destnîşan kir ku lîstina lîstikan beşek girîng e ji pêşveçûna bi tenduristî ya zarokan. Lama Hac Bekir diyar kir ku zarok dikarin bi lîstikan hestên xwe bînin ziman û wiha got: “Zarokên ku dilîzin pirsan dikin, bi hawîrdora xwe re diaxivin û fêrî jiyanê dibin. Lîstok amûrek e ku zarok bi karanîna xeyalên xwe bi aktîf ezmûnên xwe dikişînin û fam dikin. Ew rê dide pêşkeftina meraq û jêhatîbûna fêrbûnê"

Lama Haj Bakr amaje bi wê yekê jî kir ku jiyana kampê ji bo zarokan ne jîngeheke ewle û guncaw e û got ku gelek metirsî hene bi taybet windabûn, perçiqandin û qezayên cuda û wiha bi dawî kir: "Şer, kamp, ​​tirs û koçberî bandorên neyînî li ser psîkolojiya zarokan dike. Lewma pêwîstî bi atmosferek heye ku bikaribe zarokên li kampan ji depresyon û bêzariyê rizgar bike  şer, tirsê ji bîr bike.”