Zarokên ku di Newroza Stenbolê de hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin

3 zarokên ku di dawiya pîrozbahiya Newroza Stenbolê hatin binçavkirin, sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin.

Navenda Nûçeyan- Pîrozbahiya Newrozê ya ku ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) ve li Qada Mîtînga Yenîkapî ya Stenbolê hate li dar xistin, bi beşdariya sed hezaran kes hat pêkanîn. Di dawiya mîtîngê de 70 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

70 kesên ku nûçegihana AFP’ê Eylul Deniz Yaşar, 9 zarok û welatiyek Elman jî di nav de, biribûn Amîrtiya Buroya Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Fatîhê, Midûriyeta Şaxa Ewlekariya Stenbolê ya li Kolana Vatanê û Qereqola Aksarayê. 62 kesên ku bi hinceta vekirina posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dirûşme berz kirin û lixwekirina cilên neteweyî hatin binçavkirin, danê sibehê serbest hatin berdan. Hate hînbûn ku nûçegihana AFP'ê Eylul Deniz Yaşar, di pêvajoya binçavkirinê de rastî êrîşa devkî û fîzîkî ya polîsan hatiye.

3 zarok sewqî edliyeyê hatin kirin

Îfadeya 5 kesan li Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya li Kolana Vatanê didome, 3 zarokên ku bi hinceta vekirina posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin binçavkirin jî, piştî îfadeyê sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hatin kirin.

'Em vê helwesta dijminane qebûl nakin'

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê, li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal diyar kir ku parêzerên binçavkirinên wan tên şopandine jî rastî tundiya polîsan hatine û daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di nava rojê de û di dawiya Newrozê de, gelek kes bi hincetên wek berzkirina dirûşmeyên di çarçoveya azadiya fikir de û lixwekirina cil û bergên netewî yên Kurdî bi awayekî tevahî keyfî bi îşkenceyê hatin binçavkirin û birin midûriyeta polîsan. Em vê helwesta dijminane qebûl nakin. Em şopdarê pêvajoyê ne. Parêzerên endamên şaxa me yên li dijî îşkenceya hêzên dewletê derketin jî rastî êrîşan hatin û bicîhanîna pîşeya me hatiye asteng kirin. Tu êriş nikare me ji bicîhanîn pîşeya me dûr naxe. Em ê li dijî hemû îşkence û pêkanînên dijhiqûqî, li her qadê têkoşîna xwe berdewam bikin.”