Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 31 hezar û 726

Li Zîvala Xezayê Îsrail alîkariyan asteng dike û birçîbûnê weke çekekî bikartîne, di nava 24 saetên dawî de 81 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi giştî bû 31 hezar û 726.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsrailê li dijî Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmehê heta niha bê navber berdewam dike. Wezareta tendirûstiya Filistinê ya li Xezayê derbarê rewşa dawî ya herêmê de daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de derbarê êrişa Îsrailê ya li ser Zîvala Xezayê ku ev 164 roje berdewam dike de zanyarî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de di êrişên Îsrailê li ser Xeza 81 Filistîniyên din jiyana xwe ji dest dane, 116 Filistinî ji birîndar bûne. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 31 hezar û 726’an, hejmara birîndaran jî bû 73 hezar û 792.

Di heman demê de di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku dibin xirbeyan û li ser rêyan cenaze hene lê belê ji ber astengiyên Îsrailê tîmên tendirûstiyê û erkdarên parastian sivîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.