Zarokek penaber ji birça û têhna jiyana xwe ji dest da

Zarokek çar salî ya ku penabera Suriye bû, piştî qayîka wan di nava derya Egeyê de xirabû, ji birça û têhna jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan - Li gor daxuyaniya Federasyona Seranserî ya Penaberan a Iraq-Kurdistanê, zarokek penaber li gel dayîk û bavê xwe ku xelkê Suriye ne, li kampa Mehmire Ekariye ya li Lubnanê ji bo xwe bigihînin Ewropayê bi rêketin û di nava derya Ege de keştiya wan xirab bû. Hat gotin ku kesên di nava keştiyê de çar rojan di nava deryayê de mane, ji ber nemana xwarin û ava vexwerinê, zaroka çar salî ya bi navê Licîn Ehmed Nasîfe jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin piştî gelek nerazîbûn û zextan, hêzên deryayî yên Yunanîstanê bi hewara wan penaberan ve çûn û ew rizgarkirin.