“Kompanyayên navxweyî dê ji bo ciwanan derfetên kar ava bike”

Li Başurê Kurdistanê ji ber nebûna kampanyayên navxweyî, piraniya beşdarvanên pêşangehên çandiniyan kompanyayên biyanî ne. Jinên ku beşdarî pêşangehê bûn destnîşan kirin ku bi hebûna kompanyayên navxweyî ji bo ciwanan dê derfetê kar ava bike.

Silêmanî - Di 7’ê Îlonê de dewreya sêyem a pêşangeha navnetewî ya çandiniyê li bajarê Silêmaniyê hat vekirin û heta roja 10’ê Îlonê dom kir. Duh di roja dawî ya pêşangehê de, zêdetirî 100 kampanya û 8 welat beşdar bûn. Armanca vê pêşangehê nîşandana karta taybet a herêma Kurdistanê ji bo cîhanê ye. Her wiha ji berhemên welatên din sûdgirtina herêmê û guherînên zanyarî û çawaniya bikaranîna pêwîstiyên çandiniyê ye.

Di pêşangehê de amûr û dermanên ji bo çandiniyê tên bikaranîn û amûrên taybet ji bo çandiniyê yên ku cotyar dikarin sûdê ji wan bigrin hatin pêşandan.

Piraniya kompanya beşdarên wan biyanî ne bi taybetî Îran û Tirkiye ne, kampanyayên xwemalî kêm in, sedemên vê yekê jî ji ber piştgirînedayîna hikumetê ji bo kampanyayên navxweyî ye. Her wiha pêşneketina piraniya kampanyayên navxweyî yên çandiniyê negihîştine wê astê ku bikarin xwe bigihîjînin asta jor.

“Li herêma Kurdistanê hebûna kampanyayên navxweyî girîng e”

Xelat Salih ku beşa endezyariya neftê li zanîngeha polîteknîk a Silêmanî temam kiriye û yek ji nûnerên kampanyayê ye beşdarî pêşangehê bûye wiha behsa wergirtina kar ji bo kampanyeyan kir ku berhemên xwe di pêşangehê de nîşan dide û diyar kir ku kampanya amûrên taybet ên çêkirina ard heye, bi giştî amûrên din çêdikin û hinardeyî  derve dikin û wiha got: “Ji ber herêma Kurdistanê ne xwedî berhemên xwemalî ye û piraniya amûran bi kar tîne û hawirde dike. Kampanyayên biyanî hatine û berhemên xwe nîşan didin. Vekirina pêşangehên bi vî awayî gelek girîng e ji ber bi vê riyê berhemên welatan bi awayek serkeftî dibe bi taybetî ji bo cotyaran. Hebûna kampanyayên navxweyî derfetên kar ji bo ciwanan wê zêdetir bike û bi vê riyê wê xeyelên gelek ciwanan pêk were. Her wiha ew endezyarên ku bi fermî tayîn nebûne wê bibin xwedî kar ku hemû xwedî berhemek zêde ne û dikarin sûdê ji hêza xwe bigrin û wê hemû berhem bibin xwemalî.”

“Beşdarbûna jinan ji bo karên ku dixwazin gelek girîng e”

Tahîre Elî Pena xelkê Hemedanê ye û yek ji başdarvana pêşangehê ye, di zanîngehê de beşa bazirganiyê xwendiye, ev 11 sal in li gel kampanyayek taybet a kel û pelên avdaniyê kar dike û wiha behsa şêwazên çalakiyên xwe li gel bajarê Hewlêr, Silêmanî û Başûrê Kurdistanê kar dikin kir: “Piraniya karê min li gel cotyaran e û li gel mêran kar dikim lê belê divê jin cihê xwe bigrin û bila guh nedin gotinên jinên ku mafê wan ê xebatê nîn e. Bi pêşangehên bi vî awayî em dikarin têkiliyên xwe li gel bajarê Silêmanî û Hewlêrê zêde bikin, heta niha çar caran li Silêmanî û sê caran li Hewlêrê em beşdarî pêşangehan bûne. Bi riya van pêşangehan me sûdek mezin girtiye û em dikaribûn sûdek baş jê bigrin û bazirganên baş binasin. Ji ber wê vekirina pêşangehên bi vî awayî gelek girîng e.”