Zarok û ciwanên bajarê Hesekê li dijî biryara sînorkirina ziman derketin

Zarok û ciwanên Hesekê li dijî kêmkirina demjimêrên perwerdeya bi zimanê dayîkê derketin, diyar kirin ku zimanê wan nasnameya wan e û gotin: "Me bi Kurdî xwendiye û em ê bi Kurdî xwendina xwe bidomînin.”

Hesekê – Zarok û ciwanên bajarê Hesekê ku li dijî biryara nû ya Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê derketin, bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku ew ê dest ji perwerdeya bi zimanê dayîkê bernedin û gotin: "Zimanê me hebûn û nasnameya me ye."

Xwendekarên hemû qonaxên perwerdeyê li Navenda Meclîsa Bajarê Hesekê daxuyaniyek dan. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê xwendekar Mihemed Hesen ve û bi zimanê Erebî jî ji aliyê xwendekar Jiyan Mihemed ve hat xwendin.

‘Em destûr nadin pêşeroja me bê tarîkirin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku biryara nû ya Wezareta Perwerdeyê ya perwerdeya bi zimanê Kurdî tenê dike çar demjimêran di hefteyê de, fikar û tirsên zarokan ên li ser pêşerojê kûr kiriye. Xwendekaran anîn ziman ku di tevahiya jiyana xwe ya xwendinê de, bi taybetî di van 14 salên borî de, ji bilî perwerdeya bi zimanê dayîkê tu sîstemeke din nas nekirine.

Xwendekaran bal kişandin ser mafê xwe yê rewa û ev tişt anîn ziman: "Em dersên bîrkarî, zanist, dîrok û wêjeyê bi zimanê xwe yê dayîkê fêr bûn. Hişmendî û cîhana me bi vî zimanî ava bû. Guhertina ziman û rêbaza xwendinê di nîvê vê pêvajoyê de wê bibe sedema tevliheviyeke mezin û ked û hewldanên me yên salên dirêj bixe bin metirsiyê."

Her wiha xwendekaran destnîşan kirin ku perwerdeya dadwer ew e ku zarok bi wî zimanî ku jê fêm dikin û pê diafirînin, perwerde dibin. Xwendekaran bang li dayîk, bav, mamoste û hemû kesên ku xwedî li nirxên zarok û ciwanan derdikevin kirin ku bibin dengê wan.

‘Em ê bi heman zimanî bidomînin’

Xwendekar Lavîn Yûsif Ebdo ku ji baxçeyê zarokan heta pola nehemîn bi zimanê dayîkê xwendiye, nerazîbûna xwe bi van gotinan anî ziman: “Ji baxçeyê zarokan heta pola nehemîn, min bi zimanê dayîkê xwend. Em dixwazin xwendina xwe bi heman zimanî bidomînin. Divê pêşeroja me bi biryarên neheq neyê sînorkirin û em di hemû beşên dersan de bi zimanê dayîkê bidomînin.”

Xwendekar Jiyan Mihemed Meamo jî diyar kir ku ew ê bi biryar xwedî li nasnameya xwe derkevin û wiha axivî: “Me bi zimanê xwe yê dayîkê yê Kurdî dest bi xwendinê kir û em ê bi heman zimanî bidomînin. Ziman hebûn û nasnameya civakê ye, em ê destûr nedin tu kes vê nirxê ji me bistîne.”

Bangawaziya ji bo têkoşînê

Di dawiya daxuyaniyê de, zarok û ciwanan bang li Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê kirin ku dest ji vê biryara xwe ya aramiya wan a derûnî û pêşketina wan a zanistî tune dike berde û daxwaz kirin ku mafê wan ê xwendina bi hemû materyalên zanistî û wêjeyî bi zimanê dayîkê bê parastin.