Erdhejzede çûn ser sindoqan: Ji 70 hilbijêran re 300 pusula

Li bajarên ku ji erdheja navenda wê Mereş bi bandor bûne, erdhejzede çûn ser sindoqan. Hibijêrên erdhejzede li konteynirên ku dengên xwe bi kar anîne, dan zanîn ku li herêmê ewlehiya sindoqan pirsgirêka herî girîng e.

 MEDÎNE MAMEDOGLU

Navenda Nûçeyan- Li bajarên ku ji erdehajên 6’ê Sibatê yên navenda wan Mereş bû bi bandor bûne sindoqên hilbijartinê hatin danîn. Hilbêjêran li konteynerên ku li dibistanên xisardîtî hatin danîn dest bi dayîna dengan kirin.

Li Mereşê di saetên serê sibehê de li ber sindoqan gelek kes ketin rêzê. Li bajar 753 hezar û 287 hilbijêr ji bo serokkomarî û hilbijartina giştî ya dema 28’emîn a parlamentoyê wê di 2 hezar û 405 sindoqan de deng werin bikaranîn. Li bajarê Dîlokê li navenda bajar hemwelatiyan tercîha xwe li dibistanan kir. Navçeya Îslahiye û Nurdagiya ku ji erdhejê gelek zirarên mezin dîtin, konteynirên ku ji bo hilbijartinê hatin avakirin, hemwelatiyan dengên xwe bi kar anîn.

Hejmara hilbijêran 70 bû lê belê 300 pusula hebûn

Ji roja ku dîroka hilbijartinê hatiye diyarkirin ve heta niha bi taybetî li herêmên erdhejê hat tesbîtkirin ku hilbêjêran qeydên xwe çêkirine û eraziyên vala û çêker bi sedan hibijêrên nû xwe qeyd kirine. Li herêmên erdhejê yek ji mijarên ku herî zêde hat nîqaşkirin hilbijartin û ewlehiya sindoqan bû. Ji saetên sibehê ve nûçeyên ku fikaran zêde dikin hatin. Li gundê Boztepe yê girêdayî Yazihana Meletiyê hejmara hilbjêran 70 ye lê belê hat tesbîtkirin ku 300 pusulayên bi mohr hatine tesbîtkirin. Parêzeran der barê vê rewşê de girtek girtin.

Tûrik devvekirî hatin

Li Semsûrê, li navenda bajar hemwelatiyan li dibistan, navçe, gund û konteyniran dengên xwe bi kar anîn. Li gorî zanyariyên ku parêzeran parve kirine, tûrikên ku pusula tê de bûn devvekirî hatine. Her wiha destnîşan kirin ku li dibistanan, di rewşeke ku îhlal werin kirin de destûr nehatiye dayîn ku girtek werin girtin.