Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Ragihandina Jinê YRJ bi mebesta 7ˊê Cotmehê Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd daxuyaniyek da.
YRJ’ê destnîşan kir ku ev rojek ku nîşana serkeftina têkoşîna dirêj a jinên Kurd a ji bo şikandina bêdengiyê û damezrandina ragihandinek e û wiha got: “Rojek ku ne tenê bi navê wan diaxive, di heman demê de ji êş, ezmûn û hişmendiya wan a azad jî derdikeve holê. Di vê rojê de, di Konferansa 2ˊyemîn a Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di sala 2013ˊan de ji bo dilsoziya bi salvegera rojnamevan û têkoşer Gurbetellî Ersoz re hatibû lidarxistin, Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd hat îlankirin.”
‘Gurbetellî ne tenê rojnamegerek bû’
YRJ’ê diyar kir ku ev roj berhema fedekariyên bêhempa ne û wiha berdewam kir: “Di serî de fedakariya şehîd Gurbetellî Ersoz a ku di 8ˊê Cotmeha 1997ˊan de li Başûrê Kurdistanê şehîd bû ye. Gurbetellî Ersoz ne tenê rojnamevanek bû, her wiha sembola jina ku bawer dikir ku peyv dikarin li hember guleyan bisekinin û wêneyek dikare hezar daxuyanî derbas bike, ye.”
YRJ’ê da zanîn ku Gurbetellî di demên herî dijwar de pabendbûna pîşeyî û ehlaqî temsîl kiriye, dengê rastiyê ji eniyên berxwedanê gihandiye wîjdanên cîhanê û wiha pê de çû: “Mîrasa wê îro ji bo her rojnamevan nûçegîhanekî/ê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şopa wê dişopîne giştî ye. Rojnamevan gotinên wê wekî amûrek berxwedan û bîranînê hildigrin. Îro herêma me di rewşeke girêk de dijî ku tê de şerên ragihandinê, dezenformasyon û dorpêçkirina fikrî li hev kom dibin. Ev hemû jî ji bo bêdengkirina dengê jinên ku bi hişmendî û helwesta xwe ezmûneke ragihandinê ya bêhempa afirandine, ye. Lê dîsa jî, rojnamevanên jin ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo veguhestina heqîqetê pêşengiyê dikin û rûbirûyî zilm û gefan in. Rojnamevan kamera û mîkrofonan ne tenê wek amûrên veguhestinê, her wiha wek amûrên berxwedanê hildigrin.”
‘Gotina azad kevirê bingehîn ê avakirina civakeke demokratîk e’
YRJˊê diyar kir ku ragihandina azad a jinan îro ji bo parastina cehwera şoreşa jinan û bicihanîna nirxên aştî, edalet û wekheviyê, berpirsiyariyeke dîrokî hildigre ser xwe. YRJ’ê bi bîr xist ku ku li ser bingeha naskirin, beşdarbûn û rûmeta mirovan e. Daxuyaniya YRJ’ê wiha berdewam kir: “Li gel banga dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Abdullah Ocalan, em diyar dikin ku ragihandin ne tenê qada pevçûna siyasî ye, her wiha qada avakirina hişmendiya kolektîf e jî. Lewre erka dikeve ser milê nûçegihan û rojnamevanên jin, ruhê vê bangê bi rêya gotinên dijî feraseta desthilat û tundiyê derkevin û li şûna tehdîtkirin û parçebûnê zimanê diyalog û jiyana hevbeş nîşan bidin.”
‘Ragihandin ne tenê bi agahdariyê sînordar e’
YRJˊê da zanîn ku ewê bi dilsoziya bi şehîdên ragihandinê xebatên xwe bidomînin û wiha bidawî kir: “Em bi baweriya, bi mîrateya şehîdên ragihandinê yên jin û hemû kesên ku li dijî tundiyê û tarîtiyê derketine, pabendbûna xwe ya ji bo berdewama rêwîtiya ber bi ragihandina azad a jinan ve piştrast dikin, ku îradeya jinan a ji bo jiyan û berxwedanê nîşan dide. Ragihandin ne tenê bi agahdariyê ve sînordar e, peyamek ehlaqî û mirovî jî hildigre ku ruhê aştiyê yê ku em banga wê dikin temsîl dike û li dijî tevahî şêweyên dagirkeriyê, cudakarî û xapandinê disekine.”




