Ev du sal in Xeza di dilê tofanê de ye

Li Xezayê çîrok ne bi topa yekem dest pê dike, ne jî bi qurbaniya dawî bi dawî dibe. Di salvegera êrîşan de bîranîn teng dibe, deng li hev dikevin û jin ne wek siyan, wek bedenên di dilê tofanê de, derdikevin holê.

MALVA MUHAMAD

Navenda Nûçeyan – Sêyemîn salvegera destpêkirina şerê li Xezayê di nav aloziyên berdewam de tê. Ev kêliyek e ji bo nirxandina bandorên wê yên siyasî û mirovî û ji nû ve nirxandina helwestên aktorên herêmî û navneteweyî yên di derbarê şer de. Her wiha pirsên li ser perspektîfên kêmkirina rageşiyê, ji nû ve avakirin û berpirsyariya zagonî jî derdixe holê. Ç

Ji tofanê heta dorpêçkirinê

Ji dawiya sedsala 19'an ve, bi rabûna tevgera Siyonîst û lêgerîna wê ya avakirina welatek neteweyî ya ji bo Cihûyan, kontûrên pevçûnê li Filistînê dest pê kirin teşe bigirin. Bi Danezana Balfour a 1917'an re bi paşguhkirina rastiyên demografîk û dîrokî, proje ket qonaxek piştgiriya navnetewî.

Di sala 1948'an de piştî vekişîna Brîtanyayê, Dewleta Îsraîlê hat ragihandin. Tofana Filistînê bi koçberkirina zêdetirî 750 hezar kesan, wêrankirina bi sedan gundan û kontrolkirina hêzên Îsraîlê li ser ji sedî 78’ê axa Filistînê destpê kir. Ev ne tenê şerekî leşkerî bû; destpêka ji nû ve avakirina erdnîgarî û demografîk a herêmê jî bû. Şerê 1967'an, piştre kontrola Îsraîlê li ser Zîvala Rojava, Qudsa Rojhilat û Zîvala Xezayê temam kir û derî li berfirehbûna wargehan vekir.

Ji pevçûnek herêmî veguherî nakokiyek herêmî ya tevlihev

Di salên 1990'î de bi rêya Peymanên Osloyê ku bû sedema damezrandina desthilata Filistînê, xuya bû ku pencereyek ji bo çareseriyek siyasî heye. Lê ev pencere ji ber danûstandinên rawestiyayî, çalakiyên domandina bicihkirinê û dabeşbûnên navxweyî yên Filistînê zû hat girtin. Bi vî awayî pevçûn ji pevçûnek herêmî veguherî nakokiyek herêmî ya tevlihev ku tê de erdnîgarî bi zagona navneteweyî û sembolîzm bi rastiyê ve girêdayî bû.

Ji bo Xezayê ji dema vekişîna hêzên Îsraîlê di sala 2005'an de, bi dorpêçkirineke tund û şerên dubare re maye. Ev jî wê veguherandiye meydaneke şer a daîmî û laboratuareke kontrol, berxwedan û hilweşîna mirovahiyê.

Kêliyek berî teqînê

Sibeha 7'ê Cotmeha 2023'an rewş guherî. Ew roj ne tenê destpêka şerekî nû bû, lê kêliyek ji teqîna veşartî bû, kombûna salên dorpêçkirin, şerm û xiyanetê. Xeza cihekî ku zêdetir di bin dorpêçê de ma, veguherî şanoyek agirîn ku hişmendiya kolektîf a Filistînî û Ereb ji nûve şekil da û nazikiya hevkêşeyên navneteweyî li hember qîrîna gelekî ku daxwaza azadiyê dike, aşkera kir.

Êrîşa ku ji aliyê berxwedana Filistînê ve hatiye destpêkirin ne êrîşeke ji nişka ve bû. Ew encama rêze binpêkirinên li Orşelîmê bû, di nav de serdegirtinên dubare yên li ser Mizgefta Eqsayê û zêdebûna çalakiyên bicihbûnê û koçberiyê hene. Operasyonê, rewşa bêçare bi qêrîna "bes e" û ji nû ve pênasekirina têkiliya di navbera berxwedan û cîhanê de, şikand.
Piştre bahozeke mezin çêbû. Di navbera hêzên Îsraîlê û Hamasê de pevçûneke leşkerî ya mezin derket, ku bi êrîşeke ji nişka ve ya Hamasê li ser çeperên Îsraîlê destpê kir û bi avêtina bi hezaran roketan û destwerdanên sînor re rûbirû ma. Li hember vê yekê, Îsraîlê rewşa awarte ragihand û li dijî Zîvala Xezayê operasyoneke leşkerî ya dijwar da destpêkirin ku êrîşên hewayî û bejahî jî di nav de bûn.

Operasyonên leşkerî bi mehan berdewam kirin, di encamê de di nav sivîl û binesaziyê de windahiyên mirovî û madî yên girîng çêbûn. Şer nîqaşek berfireh a cîhanî li ser cewherê bersiva leşkerî, rola aliyên herêmî û navneteweyî û pêşeroja doza Filistînê, derxist holê.

Hejmarên ku her tiştî nabêjin

 Bi destpêkirina operasyonên leşkerî ya li Xezayê re, qonaxeke nû ya pirsgirêkên mirovî dest pê kir. Qonaxek ku ji hejmar û îstatîstîkan wêdetir diçe. Şer bi xwezaya xwe ne tenê wêraniya madî, di heman demê de veguherînên kûr di avahiya civakî û psîkolojîk a civaka bandordar de jî, dihêle.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, şerê ku niha di sala xwe ya sêyemîn de ye, yek ji xwînrêjtirîn şerên dîroka nûjen a Xezayê ye. Jiyana zêdetirî 67 hezar û 160 kesan, di nav de bi hezaran zarok û jin, girtiye. Lêkolînek serbixwe destnîşan dike ku hejmara rastîn a miriyan dibe ku ji 75 hezarî derbas bibe. Hejmara birîndarên ku di raporan de heya 6'ê vê Cotmehê hatine tomarkirin 169 hezar û 679 kes in. Gelek ji wan bê ling, çav û bê hezkiriyên xwe, ji nav kavilan derketine.

Ji sedî 70 deverên Xezayê hatine wêrankirin

Binesaziyên girîng wek nexweşxane, dibistan, torên av û elektrîkê jî zirareke mezin dîtine. Rapor destnîşan dikin ku asta wêraniyê li hin deveran ji sedî 70’yî derbas dibe, ku ev yek dibe sedema xirabûna xizmetguzariyên bingehîn li Zîvala Bakur. Koçberiya navxweyî gihîştiye astên bêhempa, bi milyonan kes neçar mane ku ji bo lêgerîna stargehek ewle malên xwe biterikînin. Wan mal, bîranîn û ewlehiya xwe li dû xwe hiştine.

Ev trajediyek e ku nikare bibe îstatîstîk

Lê ev hejmar ji bo vegotina rastiya tevahî têr nakin. Ew çîroka dayîkek nabêjin ku bi destên xwe yên tazî di nav kavilan de li dû zarokê xwe digere, ne jî taybetmendiyên zilamek pîr ku mifteya xaniyê xwe yê wêrankirî digire wek ku xwe bi rûmeta xwe ve girêdide vedibêjin, ne jî dengê keçek piçûk ku navên xwişk û birayên xwe yên mirî li ser dîwarê konê xwe dinvîse, hewl dide ku wan ji jibîrkirinê biparêze, vedibêjin. Êşa li vir ne hejmarek e, çîrokek rojane ye ku li her goşeyek Zîvalê, di her awirek de û di her bêdengiyê de dubare dibe. Ew trajediyek e ku nikare bibe îstatîstîk, lê bi hûrguliyên biçûk ên bêhejmar tê vegotin.

Rojnamevan şahidên rastiyê û sotemeniyê şer in

Di dilê bahozê de li cihê ku xanî belav bûne û kolan bi dûmanê xeniqîne, rojnamevanên li Xezayê ne tenê wek nûçegihan, di heman demê de wek parêzvanên bîranînê jî radiwestin. Ew berî rengdêrê bi xwînê dinvîsin, di nav agir de li dû rastiyê ne. Ew di nav kavilan de dixebitin, kamerayê wek mertal û rojnivîskê wek belgeyek jiyanê hildigrin. Tevî qutbûna elektrîk û ragihandinê û hedefgirtina dezgehên medyayê jî, di şert û mercên dijwar de karê xwe didomînin, jiyana xwe dikin xeterê da ku bêjin, "Ev qewimî û divê ev neyê jibîrkirin."

254 nûçegihanên rastî û azadiyê hatin kuştin

Li gorî daneyên Ofîsa Medyayê ya Hikûmetê li Xezayê di nava vê kaosê de, heta meha Cotmehê nêzî 254 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane. Ev hejmar rojnamevan, wênekêş û peyamnêrên meydanî dihewîne. Gelek ji wan dema ku bûyer dişopandin an jî di malên xwe de ku bûne hedefa bombebaranê, hatine kuştin.

Ev hedefgirtina sîstematîk bûye sedema şermezarkirineke berfireh a navneteweyî. Rojnamevanên li Xezayê ne tenê şer belge dikin, lê ew navên qurbaniyan sererast dikin, bûyeran di çarçoveya wan a mirovî de didin û çîrokeke nayê jibîrkirin diafirînin.

Bandorên psîkolojîk û civakî

Bandorên derûnî di nav yên herî aloz de ne, bi taybet di nav zarokên ku bombebaran, windahî û koçberiyê jiyane de. Nexweşiya stresê ya piştî trawmayê, fikar û depresyon pir belav in û xizmetên piştgiriya psîkolojîk sînordar in. Têkiliyên civakî yên di nav malbat û civakan de jî ji ber zextên aborî û veqetandina bi darê zorê ji jîngeha normal a jiyana rojane bandor bûne.

Bandorên şer li ser rolên malbatê

Şerê dawî di rolên malbatê de bi taybet ji bo jinan, guhertinên kûr bi xwe re anî. Yên ku xwe bi rastiyek nû re rûbirû dîtin ku hevsengiya civakî di nav malbatê de têk bir. Vê yekê du rol li ser jinan ferz kiriye: dabînkirina pêdiviyên bingehîn û birêvebirina jiyana rojane, di nav şert û mercên jiyanê yên dijwar de. Gelek jin neçar mane ku bikevin bazara kar, pir caran di hawîrdorên nearam an nefermî de, da ku standardek jiyanê ya herî kêm misoger bikin. Her çend ev guhertin şiyana adapteyî ya jinan nîşan dide jî, ew di çarçoveyek stresdar de, nebûna piştgiriya sazûmanî û zêdekirina lawaziya aborî ya malbatan, çêbûye.

Qada tenduristî jî para xwe ji vê pevçûnê girt

Her çiqas şer krîza ewlehiya xwarinê ku ji ber têkçûna zincîrên dabînkirinê û kêmbûna hêza kirîna nifûsê çêbûye girantir kiriye jî, qada tendrustiyê di peydakirina lênêrîna birîndaran de, ji ber kêmbûna derman û amûran û zirara tesîsên bijîşkî, bi zehmetiyên girîng re rûbirû maye. Ev merc bûne sedema belavbûna nexweşiyan û zêdebûna rêjeyên kêmxwarinê, taybet di nav komên herî xeternak de.

Jin di navenda berxwedanê de ne

Di çarçoveya şer û pevçûnan de, jin pir caran wek qurbanî têne dîtin, lê ezmûna Filistînî bi taybet li Xezayê, hebûneke jinan a çalak û piralî di tevgerên berxwedanê de eşkare dike. Ev hebûn bi bertekê ve sînordar nîne, lê xwe di însiyatîf, rêxistin û parêzvaniya guhertinê de nîşan dide.

Hebûna jinan ne sembolîk pratîkî bû

Di xwepêşandan û protestoyan de jin wek rêxistinvan û beşdar derketin holê. Pankart hilgirtin, slogan gotin û pêşengiya girseyê kirin. Hebûna wan ne sembolîk bû, lê pratîkî bû. Ji ber ku wan alîkarî kir ku daxwazan diyar bikin, tonê destnîşan bikin û parastina ehlaqî ji zarok û kal û pîrên beşdar re peyda bikin. Ev rol şiyana jinan nîşan dide ku tevî astengiyên civakî û siyasî qada giştî veguherînin qadeke ji bo îfade û daxwazan.

Her jinek çîrokek e û her çîrokek berxwedanek e

Ev salveger ne tenê bîranînek êşê ye, lê nirxandinek li ser wateya berxwedanê û şiyana Xezayê ya vegotin, nivîsandin û berxwedanê ye, tevî hemû tiştên ku winda bûne. Xeza ne tenê hedef bû; ew bû sembolek. Di vê veguherînê de têgehên berxwedanê diguherin. Ew êdî ne tenê kiryarek leşkerî ye, lê kiryarek vegotinî, belgefîlmî, mirovî û ehlaqî ye. Her çîrokek ku di nav kavilan de tê vegotin kiryarek berxwedanê ye û her jinek ku di nav bombebaranê re derbas dibe şahidiya zindî ye ku jiyan bi hêsanî nayê têkbirin.

Di dilê vê bîranînê de, jin wek ajanên çêkirina wateyê derdikevin holê. Piştgiriya wan ji dayîna alîkariyê wêdetir diçe, lê bi naskirina rola wan wek kronîkên êşê, berxwedêr û afirînerên bîranînek kolektîf ku pêşî li ji nûve hilberandina êşê digire dest pê dike. Jinek ku bi deynê bankê xaniyek nû ava kiriye, xeyal dikir ku zarokên wê tê de mezin bibin, lê şer xewna wê veguherand çenteyek û metbexa wê jî veguherand quncikek avahiyek wêrankirî dibêje, "Ev niha dolaba min e."

Li hember koçberiya bi darê zorê, Sumeya El-Qanou wek şahidê hilbijartinek kolektîf a neşikestî radiweste: "ligel her tiştî bimînin." Piştî ku mala wê li Xezayê hilweşiya, wê red kir ku koçber bibe. Bi baweriya ku derketin ne tenê veguhastinek erdnîgarî ye, lê belê hilweşandina nasname û bîra kolektîf e. Dema ku fermana valakirinê di nav 10 deqeyan de gihîşt wê, neçar ma ku zarokên xwe hilgire û ji mirinê bireve, lê ew ji vî welatî nereviya.

Ne tenê bombebaran dikuje, birçîbûn jî bi bêdengî zarok û jinan wêran dike. Nûra El-Leham kurê xwe Ehmed dema ku çûbû li nanekî bigere, winda kir. Laşê wî ji ber kêmbûna xwarinê westiyabû berî ku guleyan wî hedef bigre. Îro, ew di konek bê ar de dijî, şapikê wê yê xwînrijandî dihejîne, ji tirsa ku zarokên wê yên mayî jî wek Ehmed bimirin.

Yasmîn Salîha ji tirsa ku ew mirî vegerin red dike ku zarokên xwe bişîne xwarinê bînin û vedibêje ku çawa nanek bûye luksek ku nayê dayîn. Tahanî Awad jî ji daxwazên zarokên xwe bêhêvî dibe û sûkê wek meydanek cudakariya çînî bi nav dike, ku xwarin ji bo wan nîne.

Du xwişkên bi navê Maria ya 10 salî û Ensam a 8 salî di bombebarana ji nişka ve ya avahiyek niştecihbûnê li Cebeliyê dê û bavê xwe di nav de 20 endamên din ên malbatê winda kirin. Maria çavê xwe yê rastê winda kir û bi zorê dikare bi çavê xwe yê çepê bibîne. Ew xeyal dike ku bibe bijîşk. Ensam jî ji lingê xwe birîndar bû û qereçekê bikar tîne. Ew hêvî dike ku carek din bikaribin bimeşe û bilîze. Her du xwişk rûyê karesata mirovî ya li Xezayê temsîl dikin, ku binesaziya wê hilweşiyaye û zêdetirî 352 dibistan hatine girtin. Ew xeyal dikin ku vegerin jiyaneke normal, lê dorpêç rê li ber dermankirin û rêwîtiyê digire.

Li dibistana Fehmî El-Cercawî ku veguherîbû stargehekê, Xewla Hemdan bi malbata xwe re stargeh digirt dema ku ew bi şev rastî topbaranê hat. Odeya ku zêdetirî 20 kesan, piraniya wan jin û zarok lê diman şewitî. Piştî ku hin xortan dîwar hilweşandin da ku kesên asê mane rizgar bikin, ew sax ma lê dest û rûyê wê şewitîn û çar endamên malbata xwe winda kirin.
Xewla Hemdan dît ku zarok li ber çavên wê dişewite, nikarîbû wî rizgar bike. Ew ji dibistanê derket û xwe bêmal û stargeh, dît. Xewla dibêje "Ne ji ber ku min dixwest ez li vir mam, lê ji ber ku êdî bijarteyek min tunebû". Ev hevok trajediya bi hezaran mirovên bêwar ên ku ji bilî kon û bîranînên xwe tiştek nemaye, kurteber dike.

Her çîrokeke ku ji aliyê peyamnêrên ajansa me ve li Zîvala Xezayê hatiye belgekirin, delîlên hilweşîna binesaziyê, nebûna piştgiriya psîkolojîk, lawaziya ewlehiya xwarinê û hilweşîna pergala tendrustiyê nîşan dide. Ev ne çîrokên takekesî ne, lê çîrokên kolektîf in ku rojane li Xezayê têne nivîsandin.

Hewlên îlankirina pêvajoyên agirbestan di nava şer de

Ji destpêka şerê li Zîvala Xezayê di Cotmeha 2023'an de, hewlên agirbestê bênavber berdewam kirine. Lê ew demkî û paşguh mane, di bin giraniya hesabên siyasî û leşkerî yên bi hev ve girêdayî de hilweşiyane. Agirbestên hatine ragihandin tenê navberên kurt di şerekî dirêj de bûn, ku nekarîn kokên pevçûnê çareser bikin. Berevajî vê, ew wek navberên taktîkî xuya dikirin ji bo ji nûve bicihkirin an jî kişandina zexta navneteweyî.

Agirbesta yekem çend hefte piştî destpêkirina şer, bi navbeynkariya Misir û Qeterê hat kirin û armanca wê vekirina korîdorên mirovî û rêdana derbasbûna alîkariyan bû. Lê piştî ku hêzên Îsraîlê bi hinceta gefên berdewam ên Hamasê operasyonên leşkerî ji nûve dest pê kirin, ew zû hilweşiya.

Agirbesta duyem ku di nîvê sala 2024'an de hat ragihandin, di encama zexta navneteweyî ya zêde de hat. Lê tenê çend hefteyan dom kir. Hêzên Îsraîlê piştî ku Hamas bi binpêkirina peymanê tawanbar kirin, ji nûve dest bi topbaranê kirin. Di heman demê de Hamasê aliyê din bi negihandina alîkariyê û neberdana girtiyan tawanbar kir.

Planên Trump jî aloziyê kûrtir kir

Di vê rewşa aloz de, ragihandina planeke 20 xalî ji aliyê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ve ji bo bidawîanîna şer, tebeqeyeke nû ya aloziyê zêde kir. Plan ku rawestandina tavilê ya şer, berdana rehînên Îsraîlî, berdana bi hezaran girtiyên Filistînî û bêçekkirina Hamasê di berdêla efû û rêyên ewle de dihewîne, di destpêkê de wek pêşniyareke aştiyê ya berfireh xuya dikir, lê zû pirsên li ser xwezaya wê ya rastîn derxist holê: Gelo ew planeke ji bo bidawîanîna şer bû an jî hewldaneke ji bo ji nûve avakirina rewşa siyasî ya li Xezayê bû?

Vîzyonên Pêşerojê.. Senaryoyên mimkun ji bo pêşeroja Xezayê

Avakirina komîteyeke teknokratîk a Filistînî ji bo birêvebirina Zîvala Xezayê di bin çavdêriya dezgeheke navneteweyî de ku Trump bi xwe serokatiya wê dike, fikarên li ser paşguhkirina îradeya gelê Filistînê derxistiye holê. Her çend plan rêyek potansiyel ber bi dewleteke Filistînî ve vedike jî, daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu yên redkirina vê vebijarkê şansê pêkanînê qels dike û nakokiyên navxweyî yên di nav helwesta Îsraîlê de eşkare dike.

Li gorî van pêşketinan, sê senaryoyên gengaz ji bo pêşeroja Zîvala Xezayê dikarin werin pêşbînîkirin. Ya yekem agirbesteke bi şert e, ku tê wateya qebûlkirina qismî ya planê û bicîhanîna bendên mirovî bêyî çareserkirina pirsgirêkên sereke. Ji ber ku Îsraîl dixwaze şer bêyî ku tawîzên siyasî bide bi dawî bike.

Senaryoya duyem "teqîneke derengmayî" ye, agirbesteke demkî ye ku paşê ji ber têkçûna bicihanîna şertên bingehîn, taybet bi redkirina Hamasê ya ji çekberdanê, bêserûberiya Îsraîlê û nebûna bernameyeke zelal, têk diçe. Senaryoya sêyem guhertineke siyasî ya radîkal e ku tê wateya qebûlkirina berfireh a planê, avakirina rêveberiyeke nû ji bo Xezayê û bêçekkirina fraksiyonan. Bi şertê ku lihevkirineke navneteweyî, qebûlkirina navxweyî ya Filistînê û garantiyên ewlehî û aborî hebin.

Di van hemû senaryoyan de, dengê gelê Xezayê ku bedelên giran dane, li ser maseya biryardanê ya herî zêde tune ye. Di navbera agirbestek ku dê negihêje meriyetê û planeke navneteweyî ya bê lihevkirin de, Zîvala Xezayê li ser xaçerêyek girîng e, ku erdnîgarî bi siyasetê re û xwînrijandin bi biryardanê re têkildar e.