YJAD: Jin Jiyan, Azadî cewhera têkoşîna jinan e

Yekitiya Jinên Elewî ya Demokratîk, destnîşan kir ku li dijî tecrîd, zayendperestî, olperestî û neteweperestiyê, ew ê heta jiyana azad, wekhev û demokratîk dest ji têkoşînê bernedin û got: "Biryardariya me ji bo têkoşîna jinan e."

Navenda Nûçeyan- Yekitiya Jinên Elewî ya Demokratîk (YJAD) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê daxuyaniyek weşand.

‘Pîvanên jiyîn û jiyandinê esasên felsefeya Elewî ne’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku pîvanên jiyîn û jiyandinê ji esasên felsefeya Elewî ne. Jin, Jiyan, Azadî jî hinceta têkoşînê ye. Ev herdu pîvanên bingehîn rêya rast nîşan dide.

Em, meha Xizira ku roja herî hêja ya baweriya me ye bi coş û kelecan li pey xwe dihêlin û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi coş û kelecanê pêşwazî dikin. Bi sedan sal in di rûpelên dîrokê de talankarî li jinan were ferzkirin jî berxwedana li dijî mejiyê serweriya mêr a bi 8'ê Adarê bi wate bû, navê berxwedan û têkoşîna bi hezaran salan e."

‘Jin, Jiyan, Azadî cewhera me ye’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li dijî tecrîd, zayendîperestî, olperestî û neteweperestiyê, ew ê heta pêkanîna jiyana azad, wekhev û demokratîk dest ji têkoşînê bernedin û wiha hate gotin: "Jin, Jiyan, Azadî cewhera me ye. Biryardariya me ya ji bo têkoşîna jinan e."