Meclîsa Jin ya PYD’ê li Kobanê komxebatek derbarê 8’ê Adarê lidarxist

Meclîsa Jin ya PYD’ê a kantona Firatê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê komxebatek derbarê dîroka têkoşîna jinên cîhanê û Kurd birêxistin kir.

Kobanê- Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, îroj Meclîsa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di bin diruşmeya “Emê bi hev re roja 8’ê Adarê bikin roja bilindkirina têkoşîn û berxwedanê” komxebatek li hola Newroz lidarxist.

Di komxebatê de hemû endamên PYD’ê, nûnerên Partiya Sûriya ya Pêşeroj, Kongreya Star, dezgehên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û TEV-DEM amadebûn.

Komxebat bi deqeyek rêzgirtin destpêkir, pişt re  li ser 3 beşan birêve çû. Beşa yekemîn ku li ser dîroka 8’ê Adarê û wateya wê ji bo jinên Kurd bû, ji aliyê berdevka jin ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ve hat xwendin. Beşa duyemîn ku li ser têkoşîna jinên Kurd, şoreş û pêşengiya wê ji bo cîhanê ji aliyê endama meclîsa giştî ya PYD’ê Sara Qewas ve hat pêşkêşkirin.

Di dawiyê de jî beşdarvanên komxebatê beşên hatin pêşkêşkirin nirxandin û nêrînên xwe li ser zêdekirin.

Komxebat bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Jinên di komxebatê de amede bûn, nêrînên xwe anîn ser ziman.

‘Emê bi bîrdoziya Rêber Apo têkoşînê berdewam bikin’

Endama Meclîsa Jin ya PYD’ê Sara Xelîl têkildarî komxebatê wiha got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja 8’ê Adarê ji aliyê jinan ve bi çalakiyên cur be cur tê pêşwazîkirin. Me jî weke Meclîsa Jin ya PYD’ê cihê xwe di nava rêzeçalakiyan de girt ku me di destpêkê de gelek semîner û civîn birêxistin kir ku herî dawî jî me komxebat li navçeya Eyn Îsa ya bajarê Girê Spî û îro jî li Kobanê lidarxistin. Armanca me ji komxebatan ewe ku jin û mêr li gel hevdû wateya 8’ê Adarê bizanin û em bi hev re nirxandinên bîrdozî bidin meşandin da ku encamên bi bandor bigrin dest. Ji bo jinên cîhanê rojek hatiye hilbijartin, lê em weke jinên Kurd bi bîrdoziya Rêber Apo hemû rojên xwe bi heman girîngiyê dijîn.”

‘Têkoşîna jinan ya hevbeş bûye gerdûnî’

Endama Desteya Kar û Barên Civakî ya kantona Firatê Emîra Mihemed Elî bal kişand ser bandora têkoşîna jinên Kurd li ser cîhanê û got: “Ger em li dîroka jinên têkoşer binêrin, emê bibînin gelek jinên pêşeng yên weke Clara Zetkîn, Leyla Qasim û hwd hene. Lê dema em lêkolîn dikin emê bighêjin encama ku têkoşîna van jinan di asta kesayetî de ma û nebû malê tevahî civakê. Bi derketina bîrdoziya Rêber Apo re, têkoşîna jin derbasî qonaxeke nû bû. Rêber dibêje divê ku hemû rojên jinan 8’ê Adarê bin, ev gotin xwedî wateyeke kûr e. Erka jin ne tenê azadkirina zayenda xwe ye, her wiha divê ku jin civaka xwe jî azad bike. Yên ku pêşengtiya vê yekê jî dikin jinên Kurd in. Lewra niha jinên Kurd ji bo jinên cîhanê bûye sembol, lewra em dikarin bêjin ev têkoşîn bûye gerdûnî. Dibe ku kurt û kêmasî hebin, lê em xebata xwe biçûk nabînin. Ji bo vê emê tu carî nebêjin êdî bese, berovajî emê roj bi roj xebata xwe dorfirehtir bikin û  têkoşîna xwe bilindtir bikin.”