“Yên li hemberî êrişan bêdeng dimînin berpirsê van êrişan e”

Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên ku duh li Qamişlo pêk hat û di encamê de 2 jê zarok 4 kes jiyana xwe jidest dani daxuyaniyek da, êrişên dewleta tirk û bêdengiya li hemberî êrişan şermezar kir.

Navenda Nûçeyan - Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî mijarê îro daxuyaniyek da û got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker roj bi roj zêdetir dibin û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi aramî dijîn, dike armanc. Bi wê re hewl dide tirsê di nav welatiyan de belav bike û ewlehiya herêmê têk bibe û tevliheviyê derxîne."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan armanc dike welatî mal û xaka xwe biterikînin, bi wê yekê dê aloziya Sûriyê kûrtir bike û herêmên din ên Sûriyê dagirkir bike û xelkê wan herêman bide koçberkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate gotin: "Balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk duh êvarê bi êrişî erebeyekê li taxa Sîna ya Qamişlo kir. Di encamê de 4 kes şehîd bûn ku 2 ji wan zarok bûn, hejmareke din jî birîndar bû. Bi van êrişan hemû pîvanên exlaqî û mirovî bin pê dike. Em Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxiyê ji giyanê kesên di encama terora dewleta Tirk de şehîd bûne re, dilovaniyê dixwazin."

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyê de “êrişên hov” ên dagirkeriya Tirk li dijî sivîlan,  her wih bêdengiya şermok a civaka navneteweyî, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewletên îdiaya parastina gelê Sûriyê dikin, lê ji bo sekinandina li hember şerê qirkirinê ku herêm û gelê wan dike armanc û aloziya Sûriyê kûrtir dikin, tu helwestan nîşan nadin berpirsên van êrişan e.