Ji bo Filistinê ji civaka navneteweyî re banga lezgin: Di bin enqazan de cenazê hene

Li Filistînê piştî êrîşên Îsraîlê mirovan hewl didin ji enqazan cenazê derbîxin. Navenda Mafên Mirovan a Filistînê, bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rawestandina êrîşên ku dibe sedema jiyana gelek zarok û jinan bi demil dest bikeve tevgerê.

Navenda Nûçeyan- Dema dagirkeriya Îsraîlê li ser axên Filistînê dewam dike, li gorî daneyên dawî di êrîşên ku di van 3 rojên dawîn de zêde bûne de 6 zarok, 4 jin û 32 filistînî jiyana xwe ji dest dan. Navenda Mafên Mirovan a Filistînê der barê mijarê de bîlanço amade kir û bi raya giştî re parve kir. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî bîlançoya êrîşan ji raya giştî re ragihand. Li gorî Wezaretê, zêdetirî 30 zarok û zêdetirî 20 jin birîndar bûne û li gorî bîlançoya sê rojên dawî hejmara giştî ya birîndaran jî 240 derbas kir.

Ji enqazan cenazê tên derxistin

Navenda Mafên Mirovan a Filistînê, ragihand ku bomberdûmanan gelek xesar li gelek mal û binesaziyan dayê. Di êrîşa bombeyî ya duh êvarê ya li dijî Kampa Cebeliyê pêk hat de 6 zarok jiyana ji dest dan û bi dehan jin û zarok jî birîndar bûn. Dema ku li Refahê avahiyek niştecihbûnê hate hedefgirtin 3 jinên di bin enqazê de man jiyana xwe ji dest dan, lêgerîna windayan jî hêj di bin enqazê de berdewam dike.

Rojnameger hatin hedef girtin

Yekîneya Parastina Hiqûqî ya Rojnamegerên a Mala Çapemeniyê ya Filistînê jî di navbera dîroka 5-7'ê Tebaxê de li Şerîda Xazeyê bultenek bi mijara "binpêkirina azadiya çapemeniyê"weşand. Di bultena ku binpêkirinên Îsraîlê yên li dijî rojnamegeran tê eşkere kir de, li gorî daneyên Yekîneya Parastina Hiqûqî ya Rojnamegeran a Mala Çapemeniyê ya Filistînê, binpêkirinan ji bilî 10 saziyên çapemeniyê bandor li 10 rojnamegeran ji kir.

Li gorî bultenê, di dema bomberdûmana ku gelek saziyên çapemeniyê jî di nav cih digrin de, rojnamevanek bi encama lêketina perçeyek şarapnelê birîndar bû. 10 saziyên çapemeniyê xesar dîtin, weşana îstasyona radyoyeke herêmî rawestiya û hesabên medyayê yên 9 rojnamegeran jî bi hincet nîşandana parvekirina êrîşan bi blokê kirine, gihandina wan hat sînordar kirin.