Yekitiya Xwendekarên Mêrdînê bi daxuyaniyekê avakirina xwe îlan kir

Li Mêrdînê bi pêşengiya xwendekarên Zanîngeha Artukluyê Yekitiya Xwendekarên Mêrdînê avakirina xwe îlan kir û wiha hat gotin: “Ji bo avakirina zanîngehên azad-xweser ên bi zimanê me, em bang li xwendekarên hevalên xwe dikin.”

Navenda Nûçeyan- Bi pêşengiya xwendekarên Zanîngeha Artukluyê, bi daxuyaniyeke nivîskî avakirina Yekitiya Xwendekarên Mêrdînê hat îlankirin. Di daxuyaniya ku bi sernave “Em kî ne” hat weşandin de wiha hat gotin: “Hîlala Zêrîn a ku çavên zaliman her dem lê ye, erdnîgariya Kurdistanê ya bi sedsalan e Kurd lê dijîn e. Vê erdnîgariyê pêşengî ji berdewamkirina civaka bi pêşengiya dayikê re kiriye û bûye cihê pêşketina mirovahiyê. Van axên ku şoreşa neolîtîk li ser çêbûye, her dem çavên mêtinkaran li ser bûye û hewl dane dagir bikin.”

‘Gelê Kurd heta îro hebûna xwe parast’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku tevî êrişên li ser vê axê her dem domiyane jî; welatê Kurdan bûye çar perçe jî gelê Kurd heta îro maye û xw parastiye û wiha hat gotin: “Di sedsala dawî de jî ev yek veguheriye qirkirina çandî. Ên ku xwe li ser tunekirina Kurdan ava kirin, niha ji fîkandina Kurdan jî ditirsin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî Kurdan sed sal in di serî de polîtîkaya asîmîlasyonê, polîtîkayên koçberkirin û qetliaman didomin û wiha domiya: “Tevî hemû êrişên dagirkeriyê, xeta îxanetê ya bi salan e didome jî gelê Kurd bi sedsalan e bi têkoşîn û berxwedanê xwe parastiye, ji bo hemû cîhanê îsbat kiriye ku rastiya Kurd ebedî ye. Rêxistinên herî îbret hovane û paşverû yên rûyê erdê, bi pêşengiya jinên Kurd ên ku berdewamiya cehwera çanda xwedawandî ne; hatine têkbirin.”

‘Em ê bi nasnameya xwe ya azad zanîngehên xweser û azad ava bikin’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku polîtîkayên li dijî gelê Kurd bi êrişên li ser ciwanên Kurd didomin û wiha bi dawî bû:

“Li dijî ciwaniya tewş, vala û sosret ku ji aliyê pergalên zilmê ve hatine teşekirin, em ê bi ciwanên ku li zanîngehan zana û ronî dibin, civaka azad ava bikin. Îro em tevî hemû êrişên qirij ên psîkolojîk, îdeolojîk û yên bi her awayî; li ser şopa berxwedana gel û ciwanan a bi hezaran salan hewl didin têkoşîna xwe bidomînin û rola xwe bilîzin. Em ê bi mîrasê ku Şerzan Kurt, Kenan Mak û Aydin Erdem afirandin, bi zanîna nasnameya xwe ya pêşeng, zanîngehên azad ava bikin. Ji bo zanîngehên azad, xweser ên bi zimanê me; li ser navê Yekitiya Xwendekarên Mêrdînê, em bang li hemû hevalên xwe yên xwendekar dikin ku di vê riyê de bi me re bimeşin.”