Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê dê sibê gel biçe ser sindoqan

Ji bo hilbijartinên herêmî yên li Tirkiye û Kurdistanê dê hilbijêr sibê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Mesaiya hilbijartinê sibê di saet 05.00 de dest pê dike, li 32 bajaran, dengdan di saet 07.00’an de dê dest pê bike.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan - Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê hilbijêr dê sibê biçin ser sindoqan. Di van hilbijartinê de ji bo 81 bajar, 973 navçe û 390 bajarokan dê şaredar,  50 hezar û 336 keya werin diyarkirin. Her wiha dê ji bo Meclisên Giştî yên Bajar û endamtiya Meclisên Şaredariyê jî hilbijartin çêbibe.

61 milyon û 441 hezar û 882 hilbijêrên qeydkirî hene. Di vê hilbijartinê de, milyonek û 32 hezar û 610 ciwan dê cara yekem dengê xwe bidin. Dê ji 206 hezarî zêdetir sindoq werin danîn.

Xebatên perwerdeya ji bo peywirdarên hilbijartinê duh bi dawî bûn. Gund, tax û bajarokên ku ji derveyî bajar û navçeyan in jî; ji aliyê lijneyên hilbijartinê yên navçeyan ve tûrikên malzemeyan, duh teslîmî serokên lijneyên sindoqan hatin kirin. Malzeme dê sibê zû teslîmî kesên berpirsyar werin kirin. 

Mesaiya hilbijartinê di saet 05.00 de dê dest pê bike

Li navendên bajar û navçeyan, li cihên ku kesên avahiyan hatine peywirdarkirin dê sibê ji aliyê serokên lijneya hilbijartinê ve di saet 05.00 de tûrikên malzemeyan bi wesayîdên ku ji aliyê serokatiyên lijneya hilbijartinê ya navçeyê ve hatine temînkirin, teslîmî berpirsyarên avahiyan, bikin, bibin cihên sindoq lê hatine danîn, bi girtekan teslîmê serokên sindoqan bikin. Li cihên ku berpirsyarên avahiyan nehatine peywirdarkirin jî serokatiyên lijneya hilbijartinê ya navçeyan, tûrikên malzemeyan, li cihên sindoq tên danîn, teslîmê serokên lijneya sindoqan bikin.

Rêgezên propagandayê çi ne?

Li gorî dema hilbijartinê, propagandaya ku di 21’ê Adarê de dest pê kir, îro dê ji saet 18.00 pê ve bi dawî bibe.

Li ziyaretan, avahiyên ku xizmetên giştî dikin û li derveyî cihên ku lijneyên hilbijartinê yên navçeyan diyar kirine, propagandaya giştî qedexe be. Piştî saetên esrê ber bi dema ku roj diçe ava lidarxistina mîtingan qedexe ye. Xebatên propagandayê yên bi riya dîjîtal jî bi rêgezan hatin diyarkirin. Dê bi riya postaya elektronîk an jî telefonên berikê, peyamên bi deng û dîmen ên ji bo propagandayê qedexe bin. Partiyên siyasê tenê dikarin ji bo endamên xwe bi wan riyan peyam bavêjin. Her wiha xebatên anket û lêkolîna giştî ya ku li ser dengdana hilbijêr bandorê çêbike jî di çarçoveya qedexeyan de ne.

Dê çawa deng bê dayîn?

Hûn dikarin dengê xwe li kur û li kîjan sindoqî ji malpera YSK'ê, e-Dewletê, Serlêdana Mobîl a Lêpirsîna Hilbijêran a YSK'ê an jî ji Navenda Telefonê ya YSK'ê bi hejmara 444 9 975'an kontrol bikin. Ne mecbûrî ye ku kaxezek agahdariya hilbijêran ku nîşan bide dengdêr dê li ku derê dengê xwe bide. Belgeyek ku li ser hejmara TC ya kîmlîkê jî hebe dikara dengê xwe bide. Di cîhê deng dayînê de telefon, makîneya wêne an makîneya kêşanê bikaranîn qedexe ye. Cîhazên  bi vî şeklî divê hey deng bê dayîn li cîhê sindoqa dengdanê bê dayîn.  Ger ev yek neyê bi cîh anîn dê rêzikên cezayê hebin.

Dê herkes dikari be di sindoqa xwe de dengê xwe bide

Dê 34 partî tevlî hilbijartinê bibe. Her dengderek ji bilî îstîsnayên ku di qanûnê de hatine destnîşan kirin dê tenê di sindoqa ku di lîsteya dengdêran de qeydkirî ye bikaribe dengê xwe bide.

Dengdêrên ku di nav sînorên şaredariya bajarê mezin de dijîn dikarin  ji bo "Şaredarê Bajarê Mezin", “Serokê Şarederiyê”, "Endamê meclîsa bajêr" û "Muxtar û heyeta rûspiyan " li Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denîzlî, Amed, Erzirom, Eskîşehîr, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mersîn Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Riha, Tekîrdag, Trabzon û li Wanê deng bidin.

Li parêzgehên derveyî bajaran dê deng ji bo "endamtiya meclîsa parêzgehê", "serok şaredar", "endamtiya meclîsa şaredariyan" û "muxtar û heyeta rûspiyan " bên dayîn. Li gundan jî ji bo "endamtiya meclîsa parêzgehê" û "muxtar û heyeta rûspiyan" were bikar anîn.

Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin pûsûlayê dengdanê bi rengê spî, ji bo endamtiya encumenên parêzgehan pûsûlaya dengdanê "pirteqalî", pûsûleya hilbijartinê ya şaredariyê "şîn", pûsûleya dengdanê ya ji bo endamtiya meclîsa şaredariyê jî wê bi rengê "zer" were girtin. Pûsûlayên dengdanê dê tenê têkeve yek zerfê.

Seeta dengdayînê pêş de hat

Ji aliyek din de jî YSK diyar kir ku hilbijartin di meha Adarê de ye ji ber rewşa hewayê û seeta rojava girtine ber çavan di 32 bajaran de seeta dengdanê 1 seet pêş de hatiye. Dê seet 07:00’an de dengdan destpê bike. Li bajarên metropolan, şaredar, qeymeqam, endamê meclîsa şaredariyan û serokê şaredariyan;Li bajarên din de jî bi rêzê belgeyên dengdanê yên ji bo şaredarî, endamtiya meclîsa şaredariyan, endamtiya meclîsa parêzgehan û hilbijartinên muxtar dê bên hejmartin û berhevkirin.

Hilbijêrên li derveyî welat  nikarin di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin.