Yekîtiya Jinên Ermen komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kirin

Yekîtiya Jinên Ermen a Kantona Hesekê êrişa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Hesekê – Di 23’ê Kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê komkujiyek pêk hat û di encamê de Endama Tevgera Jinên Kurdistanê Emîne Kara, ji Tevgera Çandê hunermed Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Îro Yekîtiya Jinên Ermen êrişa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya daxuyanî li ber Meclisa Civaka Ermen a taxa Kebaba ya bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlîbûna bi dehan jinên Ermen dan.

‘Em ê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têbikoşin’

Daxuyaniya ku  ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ermen Maral Rabinson hate xwendin wiha bû: “Em destpêkê de sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re dixwazin, her wiha em vê komkujiyê şermezar dikin. Dewamkirina kiryar û sûcên vî dijminî helwesta me zêdetir dike. Li ser me wek erkeke ku em her li qadan bin û têbikoşin. Dijminê gelê Kurd dijminî gelê Ermen e jî, wisa bi armanc û zanebûn bi nêzîkbûna salvegera komkujiya Parîsê ya ku di sala 2013’an de di kesayeta şehîd Sara, Ronahî û Fîdan de pêk hat, vê dema ku nêzî salvegerê, komkujiyeke din pêk anî. Lê bila dewleta Tirk û hevalbendên wê baş bizanin, em ê tola xwe ji wan bigirin û bi rêxistinbûyîna me û bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ em ê kiryarên qirkirinê têk bibin.”

‘Bêdengî erêkirina komkojiyê ye’

Endama Yekîtiya Jinên Ermen Marî Erdmiyan ku beşdarî daxuyaniyê bûbû tekez kir ku bêdengiya hikûmeta Feransa hevkariya pilanê qirkirinê nîşan dide û wiha nerazîbûna xwe parve dike: ”Dewletên hegemon çawa ku li hemberî komkujî û kuştinên siyasî yên ku dewleta Tirk li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk tîne bêdeng dimînin, li dijî kuştinên siyasî û lîncên nîjadperest ên dewleta Tirk li welatên Ewrûpa bi rêxistin dike jî vê bêdengiyê diparêzin. Li vê derê cardin diyar dibe ku ji bo dewlet û rasmaliya Fransayê berjewendiyên li gel hikûmeta Erdogan, ji têgehên wê yên maf û adaletê giranbuhatir in. Ji bo ku feydeyên bazirganiyê û polîtîkayên jeo-stratejîk zirar nebînin, dewleta Fransa qanûn û hiqûqa xwe jî binpê dike, serweriya li ser axa xwe feda dike. Lewma dadwerî û polîsên Fransî li hemberî gef û êrîşên hikumeta faşîst a Tirk, xwe ji bo parastina gel û saziyên civaka Kurdan berpirsyar nabînin. Berevajî wê dewleta Fransa kujerên jin, siyasetmedar, hunermend û kujerên welatparêzên Kurd diparêze. Em wekî jinên Ermen vê bêdengiyê bi tundî şermezar dikin û banga derketina li qadan dikin da ku ev kiryar û siyasetên tunekirinê têk bibin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî “ bi dawî bû.