Nobeta edaletê di roja 660’emîn de ye

Malbata Şenyaşar di roja 660’emîn a nobeta edaletê de wiha got: "Riya me riya edalet û demokrasiyê ye."

Riha -  Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 660’an de ye.

Nobeta ku Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nikaribû tevli bibe, Ferît Şenyaşar didomîne.

Malbata Şanyaşar di hesabên xwe yên medyaya dîjîtal de ev peyam da: "Riya me di nava aştiyê de jiyana layiqê rûmeta mirovan e. Riya me riya edalet û demokrasiyê ye. Riya me riya hemwelatîbûna wekhev û azadiyê ye. Hemû kes pir baş dizanin ku em di doza xwe de mafdar in.”