Yekitiya Jinên Ciwan li ser bingeha azadiya jinan nifşan ava dike

Yekitiya Jinên Ciwan ku piştî avakirina xwe dikaribûn astengiyên li pêşiya pêşketina xwe derbas bikin, bi israr û têkoşînê gelek gavên serkeftî avêtin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Jinên ciwan ên ku cihê xwe di nav Yekitiya Jinên Ciwan de digrin der barê avakirin, armanc û pêşketinên ku di kesayetiya wan de çêbûne bi saya vê yekitiyê, ji ajansa me re axivîn û bang li tevahî jinan kirin ku li pêşiya hemû cureyên êrîş û şerên bi konsept ên li ser jinên ciwan xwedî hêz bin.

Pêşxistina jinên ciwan di hemû aliyên jiyanê de

Sebah Saado ya ji Navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo wiha behsa avakirina yekitiyê kir: “Yekitiya Jinên Ciwan di sala 2016’an de bi armanca pêşxistina komên ciwan û perwerdekirina wan di hemû aliyên çandî, werzişî û yên din de hat avakirin, ji ber ku em dizanin ciwan bingeha pêşketina civakan in.

“Ciwan koma herî vekirî ye ji bo pêşxistin û pêşveçûnê”

Sebah Saedo destnîşan kir ku ciwan koma herî vekirî ye ji bo pêşketinê û wiha pêde çû: “Ciwan di salên borî de ji aliyê civakê ve hatin dûrxistin, civak ne di wê baweriyê de bû ku em dikarin civakê biguherînin û ber bi başbûnê ve bi pêş bixin lê berevajî vê yekê, ciwan û bi taybetî jin koma herî vekirî ne li ber pêşketin û pêşveçûnê û dikarin civakan ava bikin.”

“Dijmin ji hêz û vîna azad a jinan ditirse lewra wan hedef digre”

Sebah Saedo di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku dijmin ji hêz û vîna azad a jinan ditirse, lewma wan dike hedef û got: “Ez weke jineke ciwan di nava yekitiyê de ji her alî ve li ser pêşxistina xwe dixebitim da ku pozîsyona xwe îsbat bikim, kesayetiya xwe û rastiya xwe nas bikim. Em ji bîr nekin ku têkoşerên jin her dem dibin hedefa dijmin ji ber ku ji hêz û vîna wan a azad ditirsin û ev jî nîşaneya hêz û vîna me ya azad e.”

“Yekitiya Jinên Ciwan jêdera hêza me ye”

Ji aliyê din ve Endama Yekitiya Jinên Ciwan Bêrîvan Mehmûd got: “Min xwest ez xwe, kesayet, rastî, çanda xwe û hemû tiştên bi dîroka Kurdan ve girêdayî nas bikim, ji ber ku bi hezaran sal in jin ji aliyê zîhniyeta zilamsalar a otorîter ve hatine biçûkxistin û tepisandin. Ji ber vê sedemê em ji rastiya xwe dûr ketin û derfeta me ew bû ku em tevli yekitiya jinan bibin ku ji bo perwerdekirin û pêşxistina wan dixebite.”

“Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku ji bo pêşxistina ramana xwe tevli yekîtiyaê bibin

Bêrîvan Mehmûd bang li hemû jinan kir ku tevli Yekitiya Jinên Ciwan bibin da ku xwe bi pêş bixin û wiha bi dawî kir: “Bi naskirina kesayeta me û tiştên li derdora me diqewimin, em hîn bûn ku gelek pirsgirêk û astengî hene li pêşiya pêşketina me. Di nav de zîhniyeta zilamsalarî ya civakê ku her dem li pêşiya jinan dibe bend û pêşî li wan digre ji tetbîqkirina şarezayên xwe û bi destxistina mafên xwe. Gelek zehmetî li pêşiya jinan hene lê jinên ciwan di nava Yekitiya Jinên Ciwan de dikaribûn hemû mafên xwe bi dest bixin û dest bi hemû hobiyên xwe kir, nêrîna xwe di warên ku wê eleqedar dike de diyar bike. Ji ber ku jina ku ne xwedî hêz û cesareta ramana xwe be, wê di civakê de bê rol be.”

“Dirûşma Jin Jiyan Azadî mohra xwe li dîrokê xist”

Her wiha Can Welat destnîşan kir ku bi dirûşma jin jiyan azadî dê bi ser bikevin û got: “Min xwest bi tevlibûna Yekitiya Jinên Ciwan xwe birêxistin bikim, ji bo jibîrkirina hemû rêgez û qanûnên ku jinan ji mafên wan bêpar dike û ji roja jidayikbûna me ve di mejiyê me de hatine bicihkirin. Ji ber ku ez ne girêdayî ramaneke ku jinan bêpar dike û mafên xwe yên herî bingehîn e û her tim şîdetê li dijî wan dike. Divê em li ber xwe bidin da ku hemû astengiyên rê li ber pêşketina me digrin derbas bikin. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo ya Jin Jiyan Azadî em ê bi pêş bikevin û bikaribin ji hemû cîhanê re îsbat bikin ji ber ku tu hêzek ku rê li ber pêşketina jinan bigre nemaye.”