Yekitiya Ewropayê li ser Îranê pêkanînên nû sepand
Yekitiya Ewropayê ragihand ku ew ê li ser Îranê ku di xwepêşandanên piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî de pêk hatin de tundî kir û pêkanîn nû sepand.

Navenda Nûçeyan – Yekitiya Ewropayê (YE) li ser rejîma Îranê ku ji bo tepeserkirina xwepêşandanên piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaq” ve dest pê kiribûn, tundî û komkujî bi kar anî, pêkanîn nû anî. Mal û milkên 11 rayedarên Îranî ku karbidest Mihemed Rustemî û Hacahmed Mîrzeyîqî, ku bi binpêkirinên xwe yên giran ên mafên mirovan tên naskirin, Serokê Teknolojiya Têkiliyan Îsa Zarepûr jî di nav de ye û “polîsên exlaq“ jî hat cemidandin û ketina wan a Ewrupayê hat qedexekirin.
Daxuyaniya pêkanînê
Pêkanîn di civîna wezîrên derve yên Yekitiya Ewropayê ya li Luksemburgê de hatin qebûlkirin. Daxuyaniya hat dayîn de hat diyarkirin ku li ser Hêzên Polîsê Îranî û hejmarek ji serokên polîsên xwecihî re "ji ber rola wan di tepeserkirina hovane ya xwepêşandanan" pêkanîn bên sepandin. Wezîrê Teknolojiya Têkîliyan Îsa Zarepûr piştî ku xwepêşandan dest pê kirin, weke berpirsyarê qutkirina înternetê di lîsteyê de cih girt.
Lîste berfireh dibe
Yekitiya Ewropayê di daxuyaniya de bikaranîna hêza berfireh û bêrêkûpêk ku di xwpêşandanên aştiyane de li dijî xwepêşanderan hatiye sepandin şermezar kir û diyar kir ku komeke paramîlîter a Besîc a girêdayî Muhafizên Şoreşê jî, bi hinceta zext û zordariya hovane ya li dijî xwepêşanderan û bûne sedema mirina gelek kesan xistiye nava lîsteyê.