Li Kerkukê mayin teqiya: 2 zarok jiyana xwe jidest dan

Li Kerkûkê, ji ber teqîna mayînê du zarokan jiyana xwe ji dest dan û sê ji wan jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Duh êvarê mayînek li taxa Bedrî ya bajarê Kerkûkê teqiya û li gorî agahiyên fermandeya operasyona hevbeş a Kerkûkê diyar kiriye, mayinek bermahiya şer maye, dema ku zarok li taxa Bedrî dilîstin di destê wan de teqiyaye û di encamê de du zarokan jiyana xwe ji dest dane sê ji wan jî birîndar bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber bermahiyên mayîn û teqemeniyên şer, gelek şêniyên gundên herêma Kurdistanê neçar mana vala bikin û bûye metirsî li ser jiyana hemwelatiyan, bi taybetî zarokan. Ji ber ku di dema lîstokan de bê agahî destkariya mayînê dikin û di destên wan de diteqin ev bi salan e gelek zarok bûne qurbaniyên mayînan.