Yekemîn kongreya Meclisa Civaka Ermen hate li dar xistin

Meclisa Civaka Ermen di bin dirûşmeya “Emê kar bikin, ava bikin û bi ser bikevin rûxmê komkojî û belavbûnê” kongra xwe yekemîn li dar xist.

Hesekê –Piştî xebatê 4 salan ji avakirina Meclisa Civaka Ermen îro di bin dirûşmeya “ Emê kar bikin, ava bikin û bi ser bikevin rûxmê komkojî û belavbûnê” Meclisa Civaka Ermen kongra xwe yekemîn li xwarîngeha Marbêla a bajarê Hesekê li dar xist. 300 delege ji endam û rêvberên Meclisa Civaka Ermen, Endam û rêveberên saziya civaka sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jin tevlî kongreyê bûn.

‘Fikir û felsefeya Ocalan zayinek nû ji bo gelê Ermen e ‘

Piştî deqeyek rêzgirtin, Rêveberiya Encumana Civaka Ermen a Sûriyeyê Arêf Qesebiyan teqez kir ku kongre gavek serkeftî ye û ji bo me zayînek nû ye û wiha axaftina xwe domand:”Kongre zayinek nû ji bo gelê Ermen e, ku em bikaribin niqaş li ser kar û xebatê xwe bikin û pêşerojek azad ava bikin. Kar û rêxistinbûyîna me wekî gelê Ermen di bin fikir û ramanek pîroz hatiye pêşxistin, di riya vî fikrî de civaka Ermen kombûn û ji bo xwedîderketina li hebûna xwe îro di nava kar de ne. Fikriê Rêberê Gelê Kurd xelasiya her pêkhateyî ye bi taybet civaka Ermen ku belavbibû îro carek din li hev kom dibe û ji bo xwedî derketina li ziman û nasnameya xwe kar û xebat dike.”

Paşî sînevîzyonê li ser kar û xebatê Meclisa Civaka Ermen a 4 salan hate pêşkêşkirin.

‘Jina Ermen civaka xwe ji belavbûnê xelas dike’

Endama Rêvberiya Yekîtiya Jinên Ermen Enahîd Qesebiyan li darxistina Kongrê pîroz kir û got:”Jina Ermen di avakirina Meclisa Civaka Ermen û komkkirina Ermenên belav xwedî rolek pir girîng lîst. Li darxistina kongrê yek ji deskeftiyên pîroz yên Rêveberiya Xweser a Demokratîk e ku îro me karîbû di bin vê pirojê xwedî li nasname û civaka xwe ya Ermen derkevin. Rêveberiya Xweser mafê kar da her pêkhate ku xwe birêxistin bike, biparêze û pêşerojek azad bide ava kirin. Dîroka gelê Ermen a 1915’an îro bi destê dewleta Tirk a dagirker zindî ye, dixwaze gelê Ermen qir bike û li ber her gavek serkeftinê bisekine. Ji ber ku rêxistinbûyîna gelan ji bo xwe xeteriyek mezin dibîne. Em wekî jinên Ermen erka me ye civaka xwe Ermen ji belavbûnê xelas bikin û bi kombûna wan em bibin hêz û îrade li hemberî komkojî û planên qirkirinê.”

Her wiha kongre bi xwendina rapora salekê û sîstema Hundirîn a meclisa civaka Eremen ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate xwendin û niqaş li ser hate kirin.

Piştî niqaş bi dawî bû ji bo Hevserokê Meclisa Civaka Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Erêf Qesebiyan û Yervint Kesbiryan hatin hilbijartin.

Kongre bi gelek biryarên girîng bi dawî bû.

Çend biryarên ku di kongreyê de hatin girtin wiha ne:

-Avakirina Meclisa leşkerî a Ermen.

- Li Qamişlo û Dêr Zorê aktîvkirina yekîtiya jinên Ermen.

-Vekirina akademiyên ji bo zimanê Ermenî û perwerdeyan.

- Li Qamişlo avakirina komîteyên parastinê.

- Li taxên Ermen yên Qamişlo aktîvkirina komînan.

-Aktîvkirina komîteya ciwanan a Ermen.