Ayşegul Dogan: Divê hemû hêzên Kurd bi berpirsyarî tevbigerin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bang kir ku dest ji polîtakaya û operasyonên ku hewl tê dayîn li herêma Federal a Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh bike berdin.

Navenda Nûçeyan- Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan di 2’yemîn Kongreya Asayî ya DEM Partiya Amedê de axivî.

Ayşegul Dogan, bal kişand ser girîngiya Amedê di siyaseta Kurd de û wiha got: “Çend wezîr û serokên muxalefetê gotin çareseriya pirsgirêka Kurd ji Amedê derbas dibe, riya demokrasiyê ji Amedê derbas dibe. Navê wan tê bîra we yan ne? Lê belê tiştên ku kirine li bîra we ye.”

Ayşegul Dogan bal kişand ser êrişên dawî yên komên nêzî HUDA-PAR’ê li Amedê û wiha got: “Hinek jê dibêjin ‘me bav û kalên we kuştin û cihê gora wan nayê zanîn.’ Banga min ji bo wan ev e; nekevin nava hewldana gurkirina vî agirî nexwe dê kesên vî agirî gur dikin bi xwe di nava vî agirî de bişewitin. Bila kesek nebêje DEM Partî gefan dixwe. Ev ne gef e.”

‘Ev ne rêbazên nû ne’

Ayşe Dogan, hewldanên berfirehkirina êrişên li dijî Herêma Federal Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Dev ji vê polîtîkayê berdin. Ev rêbaz gelek caran hatin ceribandin lê tiştek nehat bidestxistin. We digot em riyên nû diceribînin. We digot; ‘Divê em li Girtîgeha Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin û tiştên baş bi pêş bixin.’ Lewma çareserî ne Enqere, ne Bexda, ne Şam ne jî Hewlêr e.”

‘Hun dikarin bi PYD’ê re hevdîtinê bikin’

Ayşegul Doxan da zanîn ku di pirsgirêka Kurd de polîtîkayên ewlehiyê bi pêş naxe û wiha domand: “Heke hevdîtinên bi Esad re ji bo riyeke nû bin, wê demê hûn dikarin hinek tiştên din jî biceribînin. Bi awayekî hemwext hûn dikarin bi PYD’ê re jî hevdîtinê bikin. HSD dibêje; ‘Em ji bo Tirkiyeyê gef nîn in. Tirkiye jî di nav de em amade ne bi hemû kesên ku dixwazin hevdîtinê bikin re rûnin.’ Em jî dipirsin, çima bi vî destî nayê girtin?”

‘Bi hatina gel hev em ê mezin bibin’

Ayşegul Dogan protokolên biçûkxistinê yên Tirkiyeyê di dema serdanên serokê giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û sekreterê giştî yê YNK’ê Celal Talabanî de kirin bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Yên ku çav berdidin destkeftiyên vê derê dê çav berdin destkeftiyên Hewlêrê jî, yên Kobanê jî. Lewma di serî de divê hemû hêz, partiyên siyasî yên Kurd bi berpirsyarî tevbigerin. Berovajî hejariye, Tişta ku dê dawî li vê hejarî, hilweşîn û şerê bîne jî yekitiya Kurdan e. Em bi parçekirinê mezin nabin, bi hatine gel hev mezin dibin. Em heman bangawaziya ji bo Enqereyê ji bo Hewlêr, Bexda û Şamê jî dikin.”

‘Em ê destûr nedin tayînkirina qeyûman’

Ayşegul Dogan, diyar kir ku wan di 31’ê Adarê de hewldana tayînkirina qeyûm ji bo Wanê têk birine û ev tişt got: “Rejîma qeyûm bi dawî bû. Dibe ku hûn dengê parlamentera Amedê kêm bikin lê xelkê Amedê ji bo qeyûman dibêje ‘dizo’, ‘bêusûlî.’ Ev kesê em qala wî dikin her roj li wêneyê serokkomar Erdogan dinihêrî û wisa dest bi kar dikir. Lewma em ji bo kesên hesabên qeyûman dikin û li bendê ne ku serdemeke din jî bi qeyûman bên birêvebirin dibêjin ku em ê tu caran rê nedin qeyûman. Hesabên wiha nekin. Heta ku gelê me wiha li ber xwe bide dê kesek nikaribe qeyûman tayînî îradeya xelkê Amedê bike. We qeyûm şandin û serdema qeyûman bi dawî bû. Berxwedan dê bidome.”