Yekem car e jinek dibe seroka Lîga Premierê ya Îngilîzî

Di dîrokê de cara yekem e ku jinek dibe seroka Lîga Premierê ya futbolê ya Îngilîzî.

Navenda Nûçeyan - Klûban bi yekdengî deng dan ku Alison Brittain wekî seroka Lîga Premierê were diyarkirin û bi vê yekê ew bû jina yekem ku dibe seroka lîga Premierê ya futbolê ya Îngilîzî.

Alison Brittain wiha got: "Ez ji zarokatiya xwe ve heyrana futbolê me, ji ber vê yekê ez pir kêfxweş im ku bûme seroka Lîga Premierê. Futbol lîstikek girîng a neteweyî ye ku ji hêla gelek mirovên li çar aliyên cîhanê ve tê hezkirin û dikare bandorek erênî ya mezin li ser civakan bike."