Rapor: Kampanyaya tepeserkirinê ya Talîbanê jiyana jin û zarokên keç herimand

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê ya Navdewletî Agnes Callamard teqez kir ku Talîban bi milyonan jin û zarokên keç ji mafên wan ên bingehîn bêpar dihêle û wan dixe bin cudakariya sîstematîk.

Navenda Nûçeyan – Ji dema ku Talîban welat xistiye bin kontrola xwe ve, mafên jin û zarokên keç ê xwendin, kar û azadiya tevgerê binpê kiriye û bûye sedema zêdebûna rêjeya zewaca di temenê biçûk de li Afganistanê.

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî di raporteke nû de piştrast kir ku kampanyaya tepeserkirinê ya Talîbanê jiyana jin û keçan herimandiye.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê ya Navdewletî Agnes Callamard jî wiha got: "Polîtîkayên Talîbanê yên hovane jinan ji mafên wan ên jiyana bi ewle û azad mehrûm dihêle. Ev kampanya li dijî jinan li Afganistanê roj bi roj zêde dibe. Divê civaka navdewletî bilez daxwaz ji Talîbanê bike ku rêzê ji mafên jinan û zarokên keç re bigire."

Rêxistinê bang li Talîbanê kir ku guhertinên siyasî û tedbîrên mezin ji bo piştgirîkirina mafên jinan pêk bînin, her wiha bang li hikûmet û rêxistinên navdewletî, di nav de hemû welatên endamên Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî, kir ku bilez stratejiyek bihêz û hevahengkirî bi pêş bixin û cîbicî bikin da ku zextê li Talîbanê bike van guhertinan pêk bîne.

Rêxistinê eşkere kir ku jin û keçên li seranserê Afganistanê bi pêleke protestoyî bersiv dane vê kampanyayê lê Talîban xwepêşanderan bi tacîz, muameleya xerab, girtin û binçavkirina kêfî, windakirina bi zorê û îşkenceya fizîkî û derûnî kiriye hedef.

Li gorî lêkolîna Rêxistina Efûyê ya Navdewletî, rêjeya zewaca di temenê biçûk de û zewaca bi darê zorê li Afganistanê her ku diçe zêde dibe.