'Yek ji girîngtirîn destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê avakirina saziyên jinan e'

Koordînatora Kombûna Jinan a Zenûbya Meyada El-Ehmed der barê Şoreşa 19’ê Tîrmehê de axivi û got ku yek ji girîngtirîn destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê vakirina rêxistin û tevgerên jinan e.

YUSRA EL-EHMED

Reqa- Ji dema ku şoreşa 19’ê Tîrmehê ya bi navê şoreşa jinan tê naskirin dest pê kiriye ve heta niha, gelek rêxistinên jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin avakirin. Şoreşa ku li derdora jinan hat avakirin  yekem armanca wê azadiya jinan û civakê ye. Ji bo vê yekê li herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek tevger û saziyên jinan hatin avakirin ku yek ji wan jî Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ye. Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, ji bo hemû jinên herêmê bi taybetî jinên Ereb kar û xebatan dide meşandin da ku rêxistinbûna jinan xurt bibe û di civakê de xwedî rol bin.

‘Şoreşê xwe spart pergala neteweya demokratîk’

Der barê mijarê de koordînatora Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya Meyade El-Ehmed got: “Pêvajoya destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê weke jidayikbûneke nû û xaleke dîrokî bû ji rastiya jinan re. Jinên herêmê gelekî pê bi bandor bûn ji ber ku şoreşê xwe spart pergala neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan.”

‘Beriya şoreşê mafên herî rewa jî ji bo jinan tunebûn’

Meyade El-Ehmed di berdevamiya axaftina xwe de der barê guhertinên piştî şoreşê çêbûne de wiha got: "Jinan di demên sîstemên desthilatdar de gelek azar kişandin. Gelek qeyd û zincîr li wan dihatin ferzkirin. Mafên wan ên herî rewa ji wan dihat standin ji ber wê jin di malê de man û tenê ji bo anîna zarokan dijiyan. Bi riya şoreşa Rojavayê Kurdistanê jin dikaribûn xwe îsbat bikin û rola xwe ya pêşeng di hemû waran de bilîzin. Jin dikaribûn di qadên siyasî de jî xwe îsbat bikin.”

Meyade El-Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Jinan gelek destkeftî û serkeftin di vê şoreşê de bi dest xistin. Jin beşdarî çêkirina Hevpeymana Civakî, hilbijartinên şaredariyan û damezrandina gelek rêxistinên femenîst bûn mîna Kombûna Jinan a Zenûbya ku parastina jinan û mafên wan dike. Ji bo destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin ji bo dengê wê bigihîjînin hemû cîhanê divê jin bi fikir û îradeyeke azad tevbigerin.”