Xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî: 4 kes jiyana xwe jidest dan

Xwepêşanadanên li dijî qetilkirina Jîna Emînî didome, hat ragihandin ku li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê di encama êrişên rejîma Îranê ya bi ser xwepêşandaran ve 4 kes jiyana xwe jidest dane û zêdeyî 100 kes birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Digel greva giştî ya ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî li Kurdistanê hat destpêkirin, di du rojên borî de xwepêşandanên berfireh hatin lidarxistin. Li gorî agahiyan hat zanîn ku di encama gulebarana hêzên ewlehiyê û pasdarên Îranê de herî kêm 4 kes jiyana xwe jidest dane û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûne.

Bi sedan kes birîndar bûn

Amarên kesên jiyana xwe jidest dane û birîndar bûne wiha ne: Dehgolan kesek jiyana xwe jidest da û zêdetirî 10 birîndar, li Saqiz 2 kes jiyana xwe jidest dan û zêdetirî 30 birîndar, Dîwandre kesek jiyana xwe jidest da û 40 kes birîndar bûn, Mehabad zêdetirî 10 kes birîndar bûn, Bukan 7 kes birîndar bûn, li Kamiyaran 10 kes, li Qorve 20 kes, li Bîcarê 11 kes, li Banê 8 û li Takabê 11 birîndar hene.

Hêjayî gotinê ye ku li Bûkanê ji ber fîşekek li serê wê ket keçeke 10 salî û li Mehabadê jinek 60 salî giranî birîndar bûn.

Diruşmên “Kurdistan goristana faşîstan e” hat berzkirin

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin li bajarên Saqiz, Dîwandre, Sine, Bîcar, Kamiyaran xwepêşandan û pevçûnên bi hêzên ewlehiyê re gihiştiye asta herî bilind. Xwepêşanderan dirûşmên “Kurdistan goristana faşîzmê ye”, “bimre dîktator”, “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û bi şewitandina pankart û wêneyên Xumeynî hêrs û nefreta xwe ji rejîma faşîst a Îranê ragihandin.

Bi dehan kes hatine girtin

Li gorî agahiyan, bi dehan xwepêşander li bajarên Pawah, Sine, Merîwan, Bane û bajarên din ên Kurdistanê hatine girtin û ber bi cihekî nediyar ve hatine veguhestin.