Xwendekarên zanîngehê: Em ê ne di şînê de, lê di serhildanê de bin

Xwendekarên li zanîngehên Tehranê dixwînin bang li hemû xwendekaran kirin ku tevlî çalakiyan bibin.

Navenda Nûçeyan – Weke yek ji rawestgehên girîng ên serhildanên “Jin, jiyan, azadî” yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin, ji zaningehan bang heye. Bi banga komek ji çalakvanên xwendekar ên zanîngehên Tehranê re, êrîşên rejîma Îranê yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û polîtîkayên zextê yên li ser zanîngehan hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de îmzeya xwendekarên zanîngeha Tehranê, Zaningeha Terbiat Modares, Zaningeha Behestî, Zaningeha Alzahra, Zaningeha Amir Kabîr, Zaningeha Xewrazmî û Zaningeha Teknolojiyê jî cih girt. Xwendekaran diyar kirin ku ew polîtîkayên qetlîamê yên ku rejîmê li dijî gelê Rojhilat dimeşîne qebûl nakin û êrîş û girtina xwendekarên Zanistên Tibî yên Sine nayên qebûlkirin, her wiha tekez kirin ku ew êrîşên ku roja Şemiyê pêk hatin weke “Şemiya Reş” pênase dikin.

'Greva giştî hat ragihandin'

Di daxuyaniyên xwendekaran de ev tişt hatin gotin:

“Em êrîş û gulebarana li ser zanîngehên Kurdistanê û xwendekarên Zanistên Tibî yên Sine pêk hat,   şermezar dikin. Em rijandina xwîna bajarên Mehabad, Ciwanro, Pîranşar û Bûkanê qebûl nakin. Em roja Şemiya ya êrîşên bi xwîn pêk hat weke Şemiya Reş îlan dikin. Em roja Şemiyê li hemû zanîngehên Îranê greva giştî îlan dikin.”

'Hişyar bin, em bi hev re rabin ser piyan'

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku hemû xwendekar tevlî greva giştî bibin û bi cilê reş dengê xwe bilind bikin û wiha hat gotin: "Em ê di îsyanê de bin, ne di şînê de." Çalakvanên xwendekar ên zanîngeha Tehranê di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku wan bangawaziya xwe ne tenê ji xwendekarên zanîngehê re, belkî ji karmend û mamosteyên zanîngehê re jî kirine û bang li wan kirin ku ew jî beşdarî grevê bibin. Daxuyanî bi gotina “Hişyar bin, em bi hev re rabin ser piyan, Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.