Ji rewşenbîrên Îranê piştevanî: Bi wêrekî ber bi rojê gav davêjin

Gelek werzişvan, hunermend, lîstikvan, nivîskar û rewşenbîrên Îranî tevlîbûna wan ya ji çalakiyên dijî ferzkirina hicabê didome. Lîstikvanên Îranî bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" wêneyên ku porê xwe vekirine, parve kirin.

Navenda Nûçeyan- Jinên ji qada huner û werzîşê yên li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî ya di 16’ê Îlonê de, beşdarbûna xwe çalakiyên wekî tevgera “Jin, jiyan, azadî” tê binavkirin, didomînin. Lîstikvan, werzişvan, nivîskar û jinên rewşenbîr ên Îranê li dijî ferzkirina hicabê bi parvekirina wêneyên ku porê xwe vekirine çalakiyan berdewam dikin.

Di medyaya dîjîtal de parve kirin

Hunermendên Îranî Marwarîd Kashian û Lîlî Reshidî, li dijî ferzkirina hicabê, hîcabên xwe rakirin û piştgiriya xwe ya tevgera "Jin, jiyan, azadî" parvekirin. Di hesabên medayaya dijîtal ya Marwarîd Kaşiyan de dimên li kolanên Îranê hicaba xwe derxistiye cih girt. Lîstikvan Lîlî Rashidî jî li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal wêneyên xwe yên bi etîketa "Jina azad" wêneyên xwe yên bê hîcabê parvekir. Her wiha hunermendan di parvekirinên xwe bal kişandin ser komkujiya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Sîstan û Belûçistanê pêk hat jî.

‘Bila berxwedana gelê Îranê bê rûmet kirin’

Çalakvana mafên jinan Mana Shoushtarî jî balkişand li ser daxwazên mafdar ên gelê Îranê û jinan ya bûne sedema serhildanê. Mana Shoushtarî ku diyar kir ev ji civaka navneteweyî dixwazin "berxwedana gelê Îranê bê rûmet kirin", banga piştgirî kirina berxwedanê kir. Mana Shoushtarî bi bîr xist ku qetilkirina Jîna Emînî ne cara ewil e, rejîma mola ku zêdetirî 40 sal in li ser desthilatdariyê îmza xwe ya avêtiye hejmarek zêdeya cînayetên bi vî rengî .

Beriya darvekirinê jî eşkence li jinan tê kirin

Mana Shoushtarî di nivîsa xwe ya ji bo saziyên navneteweyî nivîsand e nêrîna rejîma Îranê ya jinan bi van gotinan tîne bibîrtîne; “Li îranê nirxê axaftina jinek, encaq nîvî nirxê axaftina mêr e. Jinan beriya bên darvekirin, bi hinceta 'keçaniyê' rastî destdirêjiyê tên, beriya darvekirinê di deqîqeyên dawî yên li cîhanê jî rastî heqaretê tên. Îro li dijî têkoşîna bi salan a gel û jinên Îranê, bi pêşengiya jinan kolan tijî dibin.”

‘Jinan bi wêrekî ber bi rojê gav davêjin’

Mana Shoushtarî diyar kir ku bi taybet NY’ê divê civaka navneteweyî berxwedana jin û gelên Îranê bibîne û wiha got: “Jinan îro pêşengiya şoreşek dikin. Wekheviya zayendî û azadî dixwazin. Bi wêrekî ber bi rojê gav davêjin. Bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî, şoreşa xwe rûmet dikin.”

Mana Shoushtarî ku terora desteserkirin û binçavkirinê ya ku ji 16`ê Îlonê ve ji aliyê polîs û leşkerên rejîma Îranê ve tê pêkanîn bi bîr xist, cih da daneyan jî û bi awayekî hûrgilî îstatîstikên der barê hejmara zarok, jin û hemwelatiyan hatine qetilkirin jî nivîsand.