Xwendekarên Mexmûrê li dijî tecrîdê meşiyan

Xwendekarên meclisa YXA a wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, meşek girseyî li dar xistin.

Mexmûr- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 24 sal in li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdek girankirî de tê girtin. Tevî hemû serlêdanên ku ji bo hevdîtinê tên kirin jî ji 25’ê Adara 2021’ê ve tu agahî jê nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bêbersiv dimînin. Ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe gelê Kurd û dostên Kurdan li Kurdistan û derveyî Kurdistanê di nava çalakiyan de.

Xwendekarên meclisa Yekitiya Xwendekarên Azad a waregaha penaberan a Mexmûrê, ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin meşek girseyî li dar xistin. Meşê ji ber deriyê dibistana Amadeyî dest pê kir heta parka 4’ê Nîsanê berdewam kir, di meşê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin. Beriya ku daxuyanî were dayîn deqeyek rêz hat girtin.

‘Ev konsepta ku li beramberî Rêbertî tê meşandin bûye pergalek ya îşkenceyê’

Daxuyanî ji aliyê Hevberdevka Meclisa Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) Amara Bulut ve hat xwendin û wiha hat gotin: “Di demeke ku li Rojhilata Navîn kaos rû didin û di heman demê de paymanên sedsalê bi dawî dibin, heman demê de hegomonyaya cîhanê dixwaze hemû welatan bixe bin mêtinkariyê. Bi taybetî weke gelê Kurd Kurdistan di bin pêlên van êrîşan de ye û ji bo welatên me dagir bikin serî li hemû rêbazan didin, bi taybetî di şexsê Rêbertiya me de her roj me di qirkirinan re derbas dikin û dixwazin me ji dîrokê tune bikin. Em weke xwendekarên Rêber Apo bang li jin, ciwan û şoreşger û hemû mirovahiyê dikin ku di demek herî kurt de tecrîdê bişkînin û Rêber Apo bi awayek fizîkî azad bikin.”

‘Em van komkujiyan bi tundî şermezar dikin’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser komkujiya Parîsê û Roboskê û wiha hat gotin: “Komkujiya li Parîsê di şexsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurehman Kizil de li hemberî hemû gelê Kurd ê li Ewropayê pêk hatiye û em bi tundî şermezar dikin.”  

‘Divê êdî em ciwan bikevin nava hewldanan’

Endama komîteya amadekariya meşa xwendekarên meclisa YXA’yê Kajîn Ozek der barê meşê de wiha axivî: “Ev çend meh in em bi tu awayî agahî ji rêbertiyê nagirin divê êdî weke ciwan em bikevin nava hewldanan, ji ber ku rêbertî rê li ber azadiya jinan vekiriye û niha li Rojhilata Navîn jin ji bo azadiyê bênavber di nava berxwedanê de ne. Li ku derê dib bila bibe, ji bo em êdî dengê Rêberê xwe bibihîsin û bi awayek fizîkî di nava xwe de bibînin divê her dem em di nava çalakiyan de bin.”