TBB’ê serdana Malbata Şenyaşar kir

Serokê TBB’ê Erînç Sagkan serdana Malbata Şenyaşar a 661 roj in di nobeta edaletê de ye kir.

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li Pirsûsê di encama êrişê xizm û parastvanên Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û dû lawên wê hat qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrişê bi birîndarî rizgar bû li ber Edliya Rihayê dabûn destpêkirin di roja xwe ya 661’emîn de berdewam dike.

Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan îro bi pankarta nivîsa “Nobeta Edaletê ya li dijî hiqûqa serdestan” serdana Malbata Şenyaşar kir. Erinç Sagkan ê ku bi malbatê re hevdîtin pêk anî, der barê dozê de agahî girt û daxwazên wan guhdarî kir.

Erinç Sagkan di axaftina xwe ya çalakiyê de wiha got: “Dayîkek li vir ji bo edaletê diqîre. Divê ev qêrîn bê bihîstin. Ev yek tenê bi darizandineke adil pêkan e. Tişta ku bê kirin, pir hêsan e. Îstînafê dosyaya ewilî xera kiriye û biryar da ku divê bi hev re bên meşandin. Divê bi lez û bez darizandinek vekirî û zelal bê kirin, hemû rastiyên têkîldarî mijarê bên eşkerekirin û daxwazên mexdûran bên pêk anîn.”

'Daraz bêçare ye ji ber ku…'

Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal ev parvekirin kir: “Li pankartê ambulansek hatiye perçekirin û li nexweşxaneyê 3 kesên hatine qetilkirin heye. Li pişt jî Qesra Edaletê heye. Dayik 661 roj in ji darazê edaletê hêvî dike. Daraz bêçare ye, ji ber ku yê ku sûcê li dijî mirovahiyê pêkaniye li @Akparti’yê parlementer e.”