Xwendekarên Mexmûrê ji bo 25’ Mijdarê daxuyanî dan

Bi boneya 25’ê Mijdarê roja têkoşîna tundîtûjiya li hemaberî jinan xwendekarên waregeha Penaberan a Mexmûrê daxuyanî dan.

Mexmûr- Bi boneya 25’ê Mijdarê roja têkoşîna tundîtûjiya li hemberî jinan li hemû deverên cîhanê çalakî tên li darxistin. Xwendekarên dibistana navîn û amadeyî ya wargeha penaberan a Mexmûrê bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyanî da. Beriya ku daxuyanî dest pê bike deqeyek rêz hat girtin. Daxuyanî ji aliyê xwendekara dibistana amadeyî Helen Babat ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Jin bi hêz, îrade, berxwedan û vîna xwe dikarin zincîrên koletiyê biqetînin. Ji ber ku jin bi têkoşîna xwe ya dîrokî û heta roja îro dikaribûne di civakê de xwe li ser piyan bigrin û civakek rast bidin avakirin. Her çendî ji destpêka dîrokê ve jî tê zanîn jin bi ked û dayiktiya xwe, di civakan de bi têkoşîna xwe ya li hemberî zîhinyeta paşverû, tecawizkar, îstîsmarkar, û destdirêj, pergala hegemon, hêzên desthilatdar û dîktator li ber xwe bidin.

Ger em berê xwe bidinê ji Mariya û xwişken wê heya Zîlan, Sema, Ronahî, Arîn Sara, Rûken û heta Jîna Emînî ev tekoşîn berdewam dike û wê berdewam bike. Ji bîr nekin di dîrokê de gelek jinên bi hêz û pêşeng derketine lê navê wan nehatiye zanîn û di rûpelên dîrokê de nehatine nivisandin. Li her cihê ji bo jin werin bêdengkirin û ji mafên xwe yên xwezayî werin dûrxistin bêmafî, tundîtûjî, ji malbatê bigire heta derdor û pergala heyî xwe li ser ferz dikin lê belê ev têkoşîna heyî gihîştiye asteke baş . Em di wê baweriyê de ne li her derê ev têkoşîn bi şêweyek aqilane û bi ruhê demê were geşkirin. Her mal, kolan û qadên heyî bi taybetî ji bo jinên Kurd bibe qadên tekoşînê ji bo azadiya jinan û civakê. Ji ber ku em jinên Kurd parek mezin ji vê êş û azarê ji pergala heyî digrin. Ji ber vê pêwîst e perwerde, rêxistin, yekbûn û bi îradebûna xwe em bikaribin bibin pêşeng li tevahî cîhanê. Her wiha ji bo têkbirina zîhniyeta 5 hezar salan a mêrên serdest bibin hêza serkeftinê. Jiyan bi jinan xweş dibe, şoreş bi jinan bi ser dikevin, civak bi hêza jinan xwe li ser lingan digrin, jin hîmê bingehîn ên perwerdeya civakê ne.”

 

Daxuyaniya xwendekaran bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.