Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe

Di erdheja ku li Girava Java ya Endonezyayê pêk hat de hejmara qurbaniyan derket 162 kesan û nêzî 700 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Di 21’ê Mijdarê de erdhejek bi pileya 5.6 li Girava Java ya Endonezyayê rû da û di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn û gelek avahiyan jî ziyan dît.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê diyar kir ku navenda erdhejê li herêma Siyancûr a eyaleta Javayê 10 km. di binê erdê da çêbûye û di encamê de 162 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî dezgehên ragihandinê, erdhej bûye sedema koçberiya zêdetirî 13 hezar kesî ji navçeya Siyancûr, ji ber ku ziyan gihîştiye bi sedan û heta bi hezaran mal û her wiha dikan, nexweşxane û dibistanên li wê deverê.

Rayedarên Endonezyayê hê jî agahiyên windahî û ziyanan kom dikin. Vîdyoyên ku li ser medyaya dijîtal hatin weşandin, asta wêraniya li herêmê nîşan didin.