Xwendekarên jin li dijî girtina jinên Efgan bertek raber kirin

Li Afganîstanê bûyerên girtinên jinan û çalakvanên civaka sivîl ku ji aliyê Talîbanê ve her diçe zêde dibe. Li Meşhedê xwendekarên jin kom bûn û piştgirî dan jinên ku ji bo mafên xwe li Efganistanê têdikoşin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyên ku ji aliyê medyaya Efganî û çavkaniyên agahdar ên di nav penaberên Efganî de hatine weşandin, ev xwepêşandan di 12’ê Hezîrnê de li herêma Golşehr a Meşhedê pêk hat. Beşdarên vê xwepêşandanê, bi qîrîna dirûşmeyan û hilgirtina pankartan, li dijî girtina jin, çalakvanên sivîl û xwepêşanderan ji aliyê hikûmeta Talîbanê ve nerazîbûn û bertekên xwe nîşan dan.

Ev mîtîng hemwextî hefteyên dawî ku tê de raporên girtina jinan, sînordarkirinên zêde li ser çalakiyên civakî û sivîl û zêdebûna zexta li ser xwepêşanderan li Efganistanê hatin belavkirin, hat.

Li dijî girtina jinan bertek û protesto

Parêzvanên mafên jinan diyar kirin ku Talîbanê di salên borî de qada giştî ji bo jinan teng kiriye û bi înkarkirina gihîştina wan ji perwerde, kar, rêwîtî û beşdariya siyasî, yek ji pergalên herî berbelav ên cudakariya zayendî li cîhanê ava kiriye. Girtina xwepêşander û çalakvanên jin fikarên nû li ser rewşa mafên mirovan li Efganistanê derxistiye holê û zêdetir kiriye.

Xwendekarên jin ên Efgan ên ku di mîtînga Meşhedê de amade bûn jî ji bo nîşandana piştgiriyê bi jinên xwepêşander ên li Efganistanê re û protestokirina polîtîkayên tepeserkirinê yên Talîbanê kom bûn.

Raporên pevçûnên tund li dijî xwepêşanderan

Li gorî raporên hatine weşandin, hêzên Besîcê gihîştin cihê mîtîngê û hewl dan ku xwepêşanderan belav bikin. Çavkaniyên agahdar di nav penaberên Efganî de destnîşan kirin ku di vê çalakiyê de, hejmarek beşdar bi tundî hatin girtin û hin ji wan rastî lêdanê hatin.

Heya dema amadekirina vê nûçeyê jî agahiyên rast li ser hejmara girtiyan nehatine belavkirin, her wiha agahiyên zelal li ser cih, rewşa wan a yasayî û şert û mercên wan tune ne. Ev yek di nav malbatan, çalakvanên mafên mirovan û civaka penaberên Efganî de fikar derxistiye holê, nemaze ji ber ku gelek ji wan kesên hatine girtin xwendekar û jinên ciwan in.

Sînordarkirinên li ser mafê kombûna penaberên Afganî

Girtina van xwendekaran piştî du rojan ji kombûna komek jinên Afganî li ber balyozxaneya Afganistanê li Tehranê pêk hat da ku li dijî girtina jinan ji aliyê Talîbanê ve nerazîbûnê nîşan bidin. Hema bi van xwepêşandanan re, Rêveberiya Giştî ya Welatiyên Biyanî û Penaberan a Îranê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku welatiyên Efganî bêyî wergirtina destûr û hevrêziyek pêşwext nikarin xwepêşandanên nerazîbûnê li dar bixin.

Ev helwest ji aliyê hejmarek çalakvanên mafên mirovan û parêzvanên mafên penaberan ve rastî bertek û rexneyan hat. Rexnegir tekez dikin  ku divê penaber û penaxwaz jî mafê wan hebe ku bi awayekî aştiyane nêrînên xwe diyar bikin û binpêkirinên mafên mirovan li welatê xwe protesto bikin.

Jinên Efganî bi zext û mişextiyê re rûbirû ne

Tiştên ku li Meşhedê qewimîn rewşa dijwar a bi hezaran jinên Efgan nîşan dide ku ji aliyekî ve ji ber zexta Talîbanê reviyane û ji aliyê din ve li welatên mêvandar bi gelek qedexe û bêewlehiyê re rû bi rû ne.

Li gorî van çalakvanan, jinên ku ji bo protestokirina girtin û zexta hemwelatiyên xwe kom bûbûn, niha bi xwe bi girtin û nezanîna rewşa xwe re rû bi rû ne; rewşek ku fikarên li ser pêşeroja azadiyên sivîl û mafê xwepêşandana aştiyane hê zêde kiriye.

Rêxistinên mafên mirovan heta niha banga zelalkirina rewşa girtiyan, gihîştina wan a parêzeran û agahdarkirina malbatên wan ji cihê wan kirine. Di heman demê de, çalakvanên civaka sivîl tekez dikin ku tepeserkirina xwepêşandanên li dijî binpêkirinên mafên jinan li Efganistanê nikare dengê xwepêşandanê li dijî polîtîkayên Talîbanê bêdeng bike.