“Xwe avêtina Şilêr hilweşîna civakê ye”

Sendîkaya mamosteyên Sineyê bi daxuyaniyek diyar kir ku riya jiholêrakirina kuştina jinan bi pêşveçûn û nûbûna mekanîzmaya zagonî, aborî û civakî pêkan e.

Navenda Nûçeyan- Sendîkaya mamosteyên Sinê der barê Şilêr Resûl ku ji bo xwe ji destdirêjiya zayendî ya mêr rizgar bike, ji qata duyemîn a mala xwe ve avêt xwarê  daxuyaniyek da û diyar kir ku sedemên sereke û bingehîn a xwe avêtina Şilêr Resûl û bi hezaran jinên din,  destdirêjî û tundîtûjiyê ye. Her wiha da zanîn ku aliyên siyasî, aborî û mêrsalarî û şovenîst piştgirî didin vê pergalê.

“Civak ji çareseriyek rast dûr e”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku kuştina jinan li hezar bajar û gundan dubare dibe û wiha hat gotin: “Tu çareyek din a Şilêr Resûl ji bo xweparastina ji êrîşê nemabû, ji derveyî xweavêtina ji pencereyê. Civakek ku nikare yan jî naxwaze çareseriyê ji bo dawîanîna li kuştina jinan bibîne. Civak ji çareseriyek rast dûr e û bi halê xwe yê heyî têrî nake.”