KJAR: Qêrîna jinan hesab ji hikûmeta Îranê dixwaze

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê, di daxuyaniyek de piştgirî da daxwazên mafdar ên jinên têkoşer ên Merîwanê û ragihand ku qêrîna hevpar a jinan peyamek e ji bo siyasetên mêtingeriyê û daxwaza bidawîkirina rejîmên serdest e.

Navenda Nûçeyan - Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) der barê xwekuştina Şîlêr Resûlî û nerazîbûna berfireh a jinên Merîwanê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya de hat diyarkirin ku Îran di kategoriya hikûmetên qanûnên paşverû de ye û her wiha dijmînatiya jinan dike.

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku cînayetên di bin navê namûsê de, xwekuştina jinan û mirina wan a di bin navên cuda de didome. Her wiha pirsgirêk û êrîşên ku jin di dîroka desthilatdariyê de heta îro bi wan re rû bi rû mane hebûna xwe didomînin û da zanîn ku di civakeke siya pergala baviksalarî li ser giran e û di bin navê namûs, kevneşopî û hiqûqê de jiyana civakê û bi taybetî ya jinan veguheriye dojehê lewre jin her roj bi mirinê re têdikoşin.

“Desthilatdariyek dijminê jinan ne jiyana jinan mirina wan dixwaze”

KJAR’ê da zanîn ku hikûmeta Îranê yek ji wan hikûmetan e ku bi qanûnên paşverû, li dijî jinan her roj jiyana jinan distîne û got: “Di bin vê qanûnê de ger jinek xwe biparêze û serî li dijî biryara destdirêjiyê rake, cezayê darvekirinê lê tê birîn. Mînaka wê Reyhane Cebarî ye! Wek Farînaz Khosravani û Şilêr Resûl gelek jinên din li dijî vê biryarê serê xwe netewandin û dawî li jiyana xwe anîn. Li cihekî din serê keçikê jêdikin û li kolanê pêşkeş dikin. Tevî vê yekê jî kujer bi awayê azad dimeşin û cezayê wan tune ye. Em dikarin bi hezaran mînakên bi vî awayî bidin. Ev hemû tawan û karesat, encama zîhniyeteke ku xwe weke rêveberî, navend û desthilatdarî bi nav dike û jinan wek kesên duyemîn, yên din, kesên ku mafên wan ên îtîrazkirin û redkirinê nîne, dibîne.

“Divê ev têkoşîn zêdetir bê mezinkirin”

Me gelek caran behsa kiryarên tundûtûjî yên rejîma baviksalar û populîst a Îranê kiriye. Sîstemeke ku di bingeha xwe de zayendperestî ye û hemû armancên wê pasîfîzekirina jinan e heye! Pergaleke ku heta heqîqet bê dîtin bang li jinan dike ku bêdeng bibin e. Lê ev aliyek pirsgirêkê ye, aliyê din jî jin bi xwe ne. Her çendî pergalê wan çewisand, jinan zêdetir şer kir! Qêrîna jinên ku di van çend rojên borî de di xwepêşandana li Merîwanê de bilind bû, qîrîna Farînaz Khosravani, Rihane Cebarî, Şilêr Resûl û bi sedan jinên din e ku naxwazin bibin qurbanî. Ev qîrîn û çalakî careke din nîşan didin ku tu jin li tu derê bi tenê nemînin û yên ku bi hebûna xwe piştgiriya hev dikin, ji bo parastina mafên xwe yên cewherî têbikoşin jin bi xwe ne.”

KJAR’ê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir ku qêrîna hevpar a jinan ne berdewamkirin, daxwaza bidawîkirina polîtîkayên dijî jinan e û li hemberî van polîtîkayan fêrbûna çanda têkoşînê ye, yekitiya wan cihê pesindayînê ye û pêwîst e ji niha û pê ve ev têkoşîn bê mezinkirin.