Xizmên Windayan di hefteya 882’emîn de hatin ba hev

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Fethî Yildirim ê ku di 4'ê Çileya 1994'an de li Weranşarê hatibû windakirin, pirsîn.

Amed – Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 882'yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolûyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Fethî Yildirim ê ku di 4'ê Çileya 1994'an de li Weranşarê hatibû windakirin hat pirsîn.

Beriya metna daxuyanî bê xwendin, Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Ercan Yilmaz axivî. Yilmaz bal kişand ser çalakiya dûr û dirêj a windayan. Yilmaz, sala nû pîroz kir û wiha got: “Bila sala nû bibe sala aştî, demokrasî û bibe sala mafê mirovan. Dethilatê hê jî aqûbeta windayan diyar nekiriye. Heger em mesela Kurdan diaxivin divê em pêşî li kujerên windayan bipirsin û diyar bikin. Em gelek kujeran nas dikin ji bo me ya herî zehmet jî ev e ku ev bi rehetî jiyana xwe berdewam dikin.”

Serpêhatiya windakirina Fethî Yildirim

Piştre serpêhatiya windkirina Fethî Yildirim ji aliyê Rêveberê ÎHD'ê Firat Akdenîz ve hat xwendin. Firat Akdenîz serpêhatiya windakirina Fethî Yildirim xwend û wiha got: “Fethî Yildirim di 4'ê Çileya 1994'an de ji malbata xwe re gotiye ku hevalê wî Abdo Mutlu ku li Almanyayê dimîne hatiye Wêranşarê û ew ê bi Alî Kuran û Nacî Kapancilar re biçe mala Mutlu. Piştî demekê li vir ma, hêzên girêdayî Midûriyeta Polîsa a Wêranşarê di ser malê de girtin. Di serdegirtinê de Alî Kuran, Nacî Kapancılar û Fethî Yildirim û li gel mêvan Abdo Mutlu hatin binçavkirin. Di heman rojê de saet 23.00an de Alî Kuran bi telefonê gazî Silêman Yildirim kir û got ku ew hatine binçavkirin, lê ji bilî Fethî Yildirim em hemû hatin berdan. Piştî wê rojê tu agahî ji Fethî Yildirim nehatiye girtin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.